May 04, 2023 16:25 Asia/Tehran
  • Şirove | Bazara germ a soz û qirarên hilbijartinê li Tirkiyê

Di bereberê hilbijartina çarenûssaz û hevdem a serokkomartî û parlimaniyê li Tirkiyê, berbijarên hilbijartinê bi giranî berê xwe dane dayîna soz û qiraran bo gel.

Erdogan berbijarê AKP'yê û Hevpeymaniya Cimhûrê ne tenê îdiaya serxwebûna Tirkiyê di warê enerjiyê da hilêxist, belkî ev welata wek hinardekerê nû yê enerjiyê li cîhanê da zanîn. Berbijarê hevpeymaniya Cimhûrê di bereberê hilbijartina serokkomartiyê da ji bo wergirtina dengên welatiyên tirkiyeyî, tevdîr û kiryarên taybet xistine rojeva karê xwe.

Erdogan qala keşfkirina meydaneke niftê bi kapasîteya berhemanîna 100 hezar bermîlî di rojê da li navçeya Gabarê kir û di beşeke din a gotinên xwe da soza jinavbirina terorîsmê li Tirkiyê da û got: "Em ê her berbendekê li ser rêya behrewergirtina ji serwet û samanên bin erdê li vî welatî ji nav bibin."

Ev di rewşekê da ye ku piştî paşvekişîna hikûmeta Enqereyê ji siyaseta kêşeya digel welatên cînar, navçe û cîhanê, berpirsên Hevpeymaniya Cimhûrê heta niha şiroveyeke qanihker derbarê berxwegirtina siyasetên ku bûne sebeba qeyrana aborî û çêbûna pirsgirêkan di jiyana gelê Tirkiyê da, raber nakin.

Rastî ev e ku siyasetên hikûmeta Erdogan di warê leşkerî da ku wer xuya dike bi handana "Dewlet Baxçelî" Serokê Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) ketine destûrkara hikûmeta Enqereyê, rojane bi dehan miliyon dolarî zirar û ziyan gihandiye abora Tirkiyê û di rewşekê da Enqere qala gotûbêja digel rayedarên Sûriyê dike ku Serokkomarê Sûriyê şertê her cûre gotûbêja bi Tirkiyê ra derketina leşkerî ya Tirkiyê ji erdên vî welatî ragihandiye.

Li aliyê din, Kemal Kilîçdaroglû Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) û berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê wek hevrikê herî ciddî yê Erdogan ku vê dawiyê bala kurdên Tirkiyê jî kişandiye, bi sozên xwe yên xapîniok ji bo wergirtina dengên zêdetir hewl dide.

Wî behsa nexşerêyeke ji 7 xalan ji bo derbasbûna ji qeyrana aborî kiriye û soz daye ku: "Piştî serkeftina di hilbijartinê da dosyeya rawestandî ya tevlêbûna Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê bilez bişopîne."

Di rewşeke wiha da û li gorî rapirsînên cûrbicûr ên medyayan ji gelê Tirkiyê, xuya ye ku hilbijartin di 14ê Gulanê da yekalî nabe. Di rastiyê da derbasbûna hilbijartina serokkomartiyê bo dora duyem endama herî kêm a pêkan e ku ji niha va dikare were pêşbînîkirin.

Ev di rewşekê da ye ku çavdêr û şirovekarên siyasî li Tirkiyê bawer in ku, eger du berbijarên din yanî Miherem Înce û Sînan Dogan ku şanseke kêm ji bo serkeftina di hilbijartina bê da hene,  ji rikeberiyên hilbijartinê vekişin, bêguman wê dengên Kemal Kilîçdaroglû zêdetir ji yên Erdogan bin.

 

Serepeyv