May 02, 2023 14:56 Asia/Tehran
  • Hêrsa ewropiyan di Roja Cîhan ya Karkeran da

Rêûrisma Roja Cîhan ya Karkeran di rewşekê da hat lidarxistin ku dîhatên aborî û siyasî yên ji ber cenga Ukraynê û kiryar û siyasetên rayedaran, welatiyên ewropî hêrs kirine.

Li Fransayê kombûneke herî mezin a nerazîtiyê ya karkeran hat lidarxistin. Di rastiyê da ev roj behaneyeke din ji bo fransiyên nerazî li hemberî siyasetên Emanûel Mekron bû da ku bi dirûşmeyên nerazîtiyê careken din bên nav kolanan.

Welatiyên fransî ku ji ber xerabûna rewşa aborî û qanûna nû ya malnişînbûnê nerazî ne, Roja Cîhan ya Karkeran kirin derfetek ji bo itiraza dubare li Mekron.

Jêrald Darmanîn Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê di vî warî da got: Di encama tundûtûjiyan li çend bajarên Fransayê li rex meşên sereke yên yekîtiyan herî kêm 108 polîs birîndar bûn û 291 kes li seranserî Fransayê hatin desteserkirin.

Li Parîsê jî 25 polîs birîndar bûn û 111 nerazî hatin desteserkirin.

Li Almanyayê jî bi hezaran nerazî di Roja Cîhan ya Karkeran da hatin nav kolanan ku nerazîtiya wan li hin navçeyan veguherî pevçûn û tundûtûjiyê.

Almanya ji sala derbasbûyî va heta niha û di encama bandora şerê Uklraynê li ser zêdebûna bihayê enerjiyê û bihayê xwaremeniyê, tûşî grevên herî ziyanbar di çend deheyên dawî bûye.

Meşa îsal a Roja Cîhan ya Karkeran li Îtalya û Hlendê jî weke welatên din ên parezemîna Ewropayê ciyawaz bû; bi awayekî ku xwenîşanderên bihêrs, alayên Yekîtiya Ewropayê, NATO û Amerîkayê şewitandin.

Meşa bi hezaran kesî li bajarê Werşoya paytexta Polonyayê jî hevdem diogel 1ê Gulanê Roja Cîhan ya Karkeran veguherî xwenîşandana dijî şêrr. Bi hezaran neraziyan di rewşekê da ku alayên Polonyayê hilgirtibûn destê xwe, hin plakart bi naveroka şermezarkirina şerê Ukraynê bilind kirin.

 

 

Serepeyv