Nîsan 30, 2023 08:29 Asia/Tehran
  • Şirove | Enflasyon; Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyê di bereberê hilbijartina Serokkomarî û Mclîsê da

Zêdebûna asta Enflasyonê li Tirkiyê di bereberê lidarxistina hilbijartina serokkomartî û meclîsê da bûye pirsgirêka herî sereke li vî welatî.

Van rojan navgîna nirxa enflasyona (hikûmî) salane li Tirkiyê jî ji sedî 71 derbas bûye û nirxa ragihandî ji aliyê enstîtûyên aborî yên nehikûmî jî gihîştiye sedî 130.

Her wiha pîvanên darayî li Tirkiyê nîşan didin ku abora vî welatî li benda rojine dijwartir e û li gorî amarên weşandî ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê va, sercem deyna derveyî ya vî welatî heta dawiya îsal gihştiye 459 miliyar dolarî; reqema ku di dîroka Tirkiyê da wek rekopr tê hesab û ji sedî 50ê derhata nesafî ya vî welatî jî zêdetir bûye.

Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê duh Şemiyê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên gel ên ji ber enflasyon û zamê ragihand ku ji bo cebirandina ciyawaziya asta enflasyonê û destheqê, meaşa karmendên hikûmetê û meaşa şeş miliyon malnişînan anegorî nirxa enflasyonê zêde dike.

Daneyên aborî nîşan didin ku pêvajoya zêdebûnê ya hêla birçîtî û belengazîyê li Tirkiyê hema wisa didome.

Tirkiye di bere berê hilbijartina çarenûssaz a serokkomartî û parlimanî, tûşî dûhatên du erdhejên mezin ên vê dawiyê bi ziyana darayî ya zêdetirî 100 miliyar dolarî jî bûye.

Li gorî ragihandina Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, hilbijartina hevdem a Serokkomartî û parlimanî ya vî welatî li nav Tirkiyê jî di roja 14ê Gulana 2023an da were lidarxistin.

Eger hilbijartina serokkomartiyê derbasî dora duyem bibe, dora din a vê rikeberiya siyasî di roja Yekşemiyê, 28ê Gulana 2023an da were lidarxistin.

 

Serepeyv