Nîsan 26, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Rapor | Li Sûdanê pevçûn careka din dest pê bûn

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Li Sûdanê pevçûn careka din li derdora qesra serokomarîtyê ya vî welatî dest pê bûn. Îro pevçûnên bi çekên sivik û giran careka din li derdora qesra serokomartîyê ya Sûdanê li şarê Xartûm paytexta vî welatî dest pê bûn. Dengê teqînên perrate li navend û rojavaya paytexta Sûdanê tên bihîstin û gulleavêtina di navbera hêzên Artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn li bakura Xartûmê didome.

Eva di halekî da ye ku Wezareta Berevanîyê ya Almanê têkildarî operasyona veguhestina sivîlan ji deverên pevçûn li wan didomin, ragihand ku 700 sivîl ji Xartûmê hatin veguhstin. Rayedarekî amerîkî jî ragihand ku ew mijûlê hilkolandina plana şandina hêzên amerîkî bo şarê Pot Sûdanê bi merema alîkarîya bo veguhestina welatîyên xwe ji Sûdanê ne.

 

Wezareta Karên Hundur a Sûdanê jî ragihand ku Hêzên Berteka Lezgîn di navbera 21 û 24ê Nîsanê da êrişî 5 girtîgehên li deverên curbicur kirine û rê vekirin ku hemî girtî birevin.

 

Artêşa Sûdanê jî ragihand ku Hêzên Berteka Lezgîn binpêkirina agirbesê û êrişa ser derdora meqerra fermandetîya artêşê û navendên istiratejîk didomînin.

 

Serokê Desteya NY’yê li Sûdanê Fûlker Bêrtz jî binpêkirina qanûnên şer û pevçûnan li vî welatî ku di encamê da sivîl û nexweşxane dibin armanc, şermezar kir.

 

Bêrtz ku di civîna Konseya Emnî ya NY’yê da raporek pêşkêş dikir, ragihand ku ti nîşaneyek xûya nake ku ray bide her du alîyan meyla muzakirê hene û pevçûn tevî agirbesa sêrojî ku ji serê sibeya duh va dest pê bûye, didomin.

 

Serepeyv