Nîsan 18, 2023 17:42 Asia/Tehran
  • Şirove | Hilbijartinên Tirkîyê û hewla partîyan ji bo qanihkirina raya giştî

Di halekî da ku van rojana partî û hevalbendîyên hilbijartinê li Tikrîyê propagandaya xwe dest pê kirine, partîyên sereke ku her yekê heyamekê ev welata bi rê ve birîye û bê guman beşeke zêde ya gelê Tirkîyê ji wan nerazî ye, hewil didin bi raberkirina planên nû raya giştî bi curekê qanih bikin ku dengê xwe bidin wan.

Bi giştî meriv dikare bêje ku sedî 65ê dengderan li Tirkîyê muhafizekar û sedî 35 jî sekolar in. Hevalbendîya Curmhur’yê ya AKP-MHP’yê di serkêşîya Erdogan- Bahçelî ji bo mayîna ser desthilsatê ji gel dixwzin ku careka din bawerîya xwe li wan bînin û dengê xwe bidin wan, lê hevalbendîya şeşalî ku ‘Kemal Kiliçdaroglu’ wek berbijar daye nasandin, ji gel ra dibêje: Heke hûn dixwazin Tirkîye ji qeyrana aborî derkeve, divê Erdogan here.

Helbet hemî gelê Tirkîyê dizanin ku faktora herî girîng a bibandor di hilbijartinên pêşber da, abor e. Lê divê were qebûlkirin ku abor bi tena serê xwe bê wate ye û faktorên din jî hene. Zama bê reje û xercên jîyanê, kêmbûna bê reje ya şîyana gel a kirrînê, fayîza zêde, daketina bihaya lîreyê tirkî, deynên giran ên hikûmetê bo welatên din û beşa nehikûmî. Ev 5 sal e ku navê Tirkîyê di rêza yekê ya wan welatan da ye ku bankên wan fayîza herî zêde ji xelkê distînin û di pratîkê da rewş wisa lê hatîye ku gel bi awayekî berdewam tûşî zirar û zîyanê dibe û bank qazanc dikin.

Heke gelê Tirikîyê bigihêjin vê qenahetê ku Kiliçdaroglu dikare bi saya maseya şeşalî Tirkîyê ji qeyrana aborî rizgar bike, dê bi ser keve.

Kiliçdaroglu di vê rêyê da 3 armancên girîng dişopîne:

1- Wî dizanî heke bi navê CHP’yê beşdar bibe ti şansek tineye lê karîye bala sedî 65ê dengderan bikişîne.

2- Hewl dide kesên ku dibêjin rewşa xirab a aborî, rêvebirîya iflaskirî, sîyaseta işkestxwarî ya derve û pergala perwerdehîyê ya bê kualîte ne pirsgirêkên sereke yên Tirkîyê ne û hela jî wefadarê partîyên xwe ne, qanih bike.

3- Kiliçdaroglu bi dû têkdana lîstika ducemserîya sîyasî û civakî ye û eva jî mizginîya atmosfereke sîyasî ya nû dide gelên Tirkîyê.

 

Serepeyv