Nîsan 17, 2023 14:19 Asia/Tehran
  • Rapor | Şîrketa niftê ya SOMO’yê, berpirsa rawestandina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ye

Endamê PDK’yê got, ji ber ku şîrketa neteweyî ya nifta Somo’yê ya Iraqê, berpirsyariya hinardekirina nifta herêmê piştî hikmê dadgeha Parîsê daye istûyê xwe, lewma jî wî, ev şîrket, di rewşa ku rawestandina hinardekirina Herêma Kurdistanê bidome, berpirsa ziyanên rawestandina hinardekirina nifta herêmê da zanîn.

‘Wefa Muhemed Kerîm’ di hevpeyvînekê de got: Tirkiye dijberiyê dike li himber hinardekirina nifta Herêma kurdistanê heta dema ku duwemîn şikata Wezareta Niftê ya Iraqê dijî Enqereyê û her wiha meseleya dengê dîwana dadweriyê ya Parîsê derbarê dayîna xerameyê bo Bexdayê were hilkolandin; lê şîrketa niftê ya SOMO’yê ya Iraqê jî soz dabû ku rêçareyên din bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê çi bi rêya Besrayê û çi bi rêya Sûriyê an bi rêya deryayê wek amûrê zextê ser Tirkiyê peyda bike, lewma ev şîrketa berpirsa ziyanên aborî yên rawestandina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ye.

‘Wefa Muhemed Kerîm’ her wiha got:

Herêma Kurdistanê pêbendî rêketina xwe ya niftê bi Bexdayê re derbarê hinadekirina niftê ye, lewma Bexda yê zirar û ziyana Hewlêrê ji rawestandina vê hinardekirinê bide istûyê xwe û pişka bûceya herêmê tam bide Hewlêrê.

Hevgav Saziya Siyaseta Rojhilata Nêzîk a Waşîngtonê, di raporekê de derbarê dûhatên rêketina niftê ya vê dawiyê di navbera hikûmeta federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê ser rejîma Îsraîlê de nivîsî: Til Avîv piştî vê rêketinê yê nekaribe nifta herêmê bi dest bixe.

Di rapora saziya hanê de hatiye piştî salan ticareta aram û hinekî bi sûd, nifta di navbera Kurdan û Rejîma Îsraîlê, ev ticareta niha ji ber pisrgirêkên hiqûqê yên aloz di navbera Bexda û Tirkiyê rastî gelek gefan hatiye.

Di vê raporê de her wiha hatiye gotin ku di yek deheka buhurî de, Iraq yek ji çavkaniyên sereke yên derkirrîna nifta xav a Rejîma Îsraîlê bûye. Ger çi hikûmeta Bxdayê ji babet dîplomatîk Îsraîlê bi fermî nas nake, lê Rejîma Siyonîst yek ji bikirrên sereke yên nifta Herêma kurdistanê bûye ku derbasî bendera Cêyhanê ya başûrê Tirkiyê dibû.

 

Serepeyv