Nîsan 13, 2023 18:04 Asia/Tehran
  • Şirove - Aşkirabûna lêzanînên Amerîkayê yên emnî derbara şerê Ukraynê da işkesteke din ji bo dagirkera mezin

Deşîfrebûna lêzanînên Pentagonê yên emnî van rojana bûye mijar û bala gellek welatan kişandîye û ser vî esasî çavdêr û şirovekeran amajeyî hêzên nihênî yên hegera aşkirabûna wan lêzanînan kirine.

Roja Înîyê hin wêneyên belgeyekê hatin weşandin ku dihat idiakirin hilgirê hin hûrgilîyên êrişa Ukraynê ser deverên di bin kontrola Rûsyayê di demeke nêzîk da ne.

Ew lêzanîn di demekê da hatine deşifrekirin ku dihat gotin manovra Berevanê NATO 2023 diqewime dapêçek ji bo operasyona piştgirîya ji leşkerên ukraynî be. Di wan belgeyana da lêzanînên curbicur hene û di beşeke wan da, amajeyî imkana şandina çekên Rejîma Sîyonîst bo Ukraynê hatîye kirin. Di beşeke wan da jî basa lawazbûna artêşa Ukraynê nemaze kêmbûna rextan û mertala berevanîya hewayî hatîye kirin.

Rojnama Washington Post’ê nivîsî ku di belgeyeke Pentagonê ya aşkirabûyî da hatîye ku diqewime Mertala Berevanîya Hewayî ya Ukraynê nekare xetên pêşîn ên şêrr heta dawîya meha Gulanê biparêze. Pentagon radigihîne ku her çend ew belge rastî ne lê wer xûya dike hin guhertin di wan da pêk hatîne. Yek ji belgeyên deşifrebûyî xerîteyek e ku rewşa şêrr li şarê Baxmût’ê nîşan dide ku di 6 mehên buhurî da navenda pevçûnên giran li Ukraynê bûye. Ev ihtimala ku ew belge bi destê hin kesên di nav Pentagonê da hatibin deşifrekirin, maqûl e, ji ber ku hin rayedarên leşkerî yên Amerîkayê hema ji destpêka va dijî destwerdana Waşîngtonê di şerê Ukraynê da bûn.

Hin çavdêr û şiroveker ser vê bawerê ne ku ew belge bi 2 hegeran hatine aşkirakirin. Ya yekê ji ber hevkêşî û nakokîyên sîyasî yên navxweyî li Amerîkayê ye, heke kesên belge aşkira kirine, di nav dezgehên istixbaratê yên hevdeng digel Komarxwazan da bin, dikarin wan belgeyana aşkira bikin ta ku Demokrat û nemaze Serokomar û hikûmeta wî bi nekarabûna di parastina nihênîyan û lîstina di bereya dijminên Amerîkayê da tawanbar bikin. Hegera duyem jî ev e ku diqewime armanc ji aşkirakirina wan lêzanînan, xalifandin û gêjkirina fermandetîya artêşa Rûsyayê ye ku bi vî awayî bikaribin dilnîya bin pêşdaçûna Kîyêvê ûrisan matmayî bike.

 

Serepeyv