Nîsan 10, 2023 18:34 Asia/Tehran
  • Rapor | Rûsyayê cebilxaneyeke Ukraynê ji nav bir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand cebilxaneyeke ku tê de 70 hezar ton ardû hebûye li nêzîkî bajarê Zaporîjyayê li başûrê rojhilata Ukraynê têk biriye.

Li gor ragihandina Wezareat Berevaniyê ya Rûsyayê, hêzên vî welatî di encama vê êrişê de, cebilxaneyên Ukraynê ku tê de mûşek û çek û sîlehên navçeyên Zaporîjya û Donêtslê zimhêr kiribûn, têk birine.

 Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, Yekîneyeke eskerî ya nû ya Ukryanê bi 40 hezar eskerên xwe dixwaze ku di heftî an mehên bê de, êrişî ser hêzên ûris bike.

Hevgav, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Fransayê hebûna hêzên vî welatî li Ukraynê di şerê bi Rûsyayê re red kir.

 Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Fransayê got:

 Tu hêzeke fransî li Ukraynê di halê operasyonê de nîne. Belgeyên hanê yên artêşa Fransayê nînin. Em derbarê belgeyên ku çakaniyên wan diyar nînin, naxivin.

 Li gor nûçyeke din, eskerekî berê yê Almanyayê di şerê Ukraynê de hat kuştin.

 Ev eskerê berê yê artêşa Almanyayê ku pênaseya wî hîn nehatiye diyarkirin li nêzîkî bajarê Baxmûtê li rojhilata Ukraynê hatiye kuştin.

 Berdevkê Koşka Serokkomariya Rûsyayê jî got ku berteka welatên rojavayî li himber bernameya Moskowayê ya çêkirina cebilxaneyeke navokî ya taktîkî li Bêlarûsê tundrêyane ye û got: Ev bertek di halekî de ne ku ew hebûna çekên navokî yên amerîkî li Ewropayê ji bîr dikin.

 Dmîtrî Pêskov, Berdevkê Koşka Serokkomariya Rûsyayê got: Rojava hez neke damezrandina çekên navokî yên Amerîkayê li Ewropayê were eşkerekirin, lê berteka wê li himber bernameya Moskowayê derbarê çêkirina depoya çek û sîlehên navokî yên tanktîkî li Bêlarûsê tundrêyane ye.

 

Serepeyv