Adar 26, 2023 09:29 Asia/Tehran
  • Şirove | Dora nû ya operasyonên leşkerî dijî hêzên Amerîkayê li Sûriyê

Baregehên leşkerên amerîkî li Sûriyê ketin ber operasyona mûşekî û Amerîkayê jî bertek nîşanî vê operasyonê da.

Baregeh û meqerên leşkerên amerîkî li bakur-rojhilatê Sûriyê roja Pêncşemiya derbasbûyî, Înî û şeva çûyî ketin ber êrîşa bi mûşekan. Di vê êrîşê da peymankarekî amerîkî hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Erkantiya Fermandetiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku wek berteka li hemberî vê êrîşê, hin armanc li Sûriyê dane ber êrîşê ku ji ber van êrîşan çend kes şehîd û birîndar bûne.

Wisa xuya dike ku dora nû ya rûbirûbûna leşkerên amerîkî digel komên leşkerî li Sûriyê ji ber çend hokaran be. Ya yekem eva ku wer xuya dike êrîşa li ser baregehên Amerîkayê li bakur-rojhilatê Sûriyê zêdetir ji her tiştî ji ber Çiaryê Kesk be ku Waşîngtonê ji bo êrîşên berdewam li dijî Sûriyê nîşanî Rejîma Siyonîst a dagirker daye.

Hokara duyem eva ye ku,leşkerên amerîkî yên bicihbûyî li Sûriyê hemî hewla xwe bi kar tînin da ku çeteyên DAIŞ’ê bidin revandinû û tevî alîkariya bo aliyên din ên bicihbûyî li hin beşên Sûriyê, DAIŞ’yan ji zîndanên Sûriyê veguhezînin Iraqê.

Hokara sisêyan ev e ku, leşkerên amerîkî hema wisa alîkariya mîlîtan û komên terorîstî yên bicihbûyî li rojhilat û bakur-rojhilatê Sûriyê dikin da u çavkaniyên enerjiyê yên vî welatî talan bikin.

Ev di rewşekê da ye ku heta niha hikûmeta Sûriyê bi caran nerazîtiya xwe di vî warî da nîşan daye û ew wek binpêkirina serweriya xwe zaniye û gelê Sûriyê jî bi caran tevî pevçûnas digel leşkerên amerîkî, daxwaza derxistina wan ji Sûriyê kiriye.

Hokara çarem ev e ku, Amerîka ji lihevhatina vê dawiyê di navebra Îranê û welatên erebî ji bo vejiyandin û berfirehkirina peywendiyan nerazî ye û bi taybet ku lihevhatina Îran û Erebistanê bi navcîtiya Çînê, sazgar digel berjewendiyên Waşîngtonê nîne. Loma, wer xuya dike vî welatî dil heye senaryoyeke nû li dijî Îranê li navçeyê darêje da ku rê li ber dewama pêvajoya ber bi berfirehbûnê ya peywendiyên Îranê digel welatên erebî bigire.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî tevî şermezarkirina destdirêjiyên leşkerên amerîkî yên dagirker li hin navçeyên parêzgeha Dêrazorê, li ser pêbendiya derheq bidawîanîna dagirkeriya Amerîkayê tekez kir.

‘Nasir Kenaanî’ Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî tevî şermezarkirina van êrîşan, tekez kir: Dewama hebûna leşkerî ya neqanûnî ya Amerîkayê û dagirkirina hin beşên axa Sûriyê û êrîşa li ser armancên cûr bi cûr li vî welatî, binpêkirina qanûnên navneteweyî û hakimiyeta neteweyî û yekparçetiya axa vî welatî ye.

‘Ebû-Elî Eskerî’ Berpirsê Ewlehiyê yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê jî êvara Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitter’ê nivîsî: “Hevdem digel pîrozkriina operasyona berxwedana gelanî ya Sûriyê li dijî dagirkerên Amerîkayê, em teqez dikin ku Tabûrên Hizbullahê beşeke operasyona li dijî baregehên dagikerên amerîkî nebû û baregeha wan neketiye ber ti êrîşeke asimanî û nehatiye bombebarankirin.”

 

Serepeyv