Adar 25, 2023 14:21 Asia/Tehran
  • Rapor | Hejmara kesên ku dê di hilbijartinên Tirkîyê da dengên xwe bidin hate ragihandin

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê hejmara kesên ku dê di hilbijartinên Tirkîyê da dengên xwe bidin, ragihand.

Li gor rapora Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, di hilbijartinên 14ê Gulana îsal de li 190 hezar û 736 sindoqan de dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes bikaribin dengê xwe bi kar bînin û li derveyî Tirkiyê jî dê 3 milyon û 286 hezar û 786 kes mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin.

Biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkîyê (YSK) roja Înê 24ê Adara 2023an di Rojnameya Fermî de hatin belavkirin. Li gor vê yekê di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de li nav Tirkiyê bi giştî dê 60 milyon û 904 hezar û 499 dengder li 190 hezar û 736 sindoqan bikaribin dengê xwe bi kar bînin.

Herwiha li derveyî Tirkiyê jî li 4 hezar û 969 sindoqan dê 3 milyon û 286 hezar û 786 kes dengên xwe bikaribin bidin. Ji bo hilbijartina serokkomariyê belavkirina pisûleyên dengan dê 12ê Nîsanê û pisûleyên dengdana parlamenteriyê jî 19ê Nîsanê bê destpêkirin.

Eger hilbijartin bo gera duyem bîmîne ku dê 28ê Gulanê bê kirin bi giştî dê 249 milyon û 670 hezar û 310 pisûleyên dengan bên amadekirin.

Ji bo dengderên nabîna jî piştî pisûleyên dengan bên amadekirin dê cihê mohr lê bê xistin dê bê kunkirin. Herwiha 814 hezar û 120 pisûleyên dengan bo kesên nabîna dê bên amadekirin.

 

Serepeyv