Adar 14, 2023 16:14 Asia/Tehran
  • Rapor | Dûhatên lihevkirina Îran û Erebistanê

Şirovekerekî pillebilind ê amerîkî yê Dezgeha Waşîngtonê têkildarî lihevkirina Îran û Erebistanê nivîsî: “Nirxandin û şirovekirina dûhatên lihevkirina Îran û Erebistanê li gorî ihtimalê beşeke berbiçav a sîyaseta derve ya Waşînggtonê mijûlî xwe kirîye.”

‘Simon Henderson’ Rêvebirê Dezgeha Nirxandinan a Waşîngtonê têkildarî lihevkirina Îran û Erebistanê nivîsî ku hikûmeta Biden û Demokratên Kongreyê dijî Rîyazê derketin û pişta wê negirtin, lewma Rîyazê biryar da bi Têhranê ra hevkarî bike.Henderson herwiha got: “Nêrîna Erebistanê guherîye û nîşan dide ku hez dike ji sekinîna hibmerî Îranê were xwarê.”

Di vî halî da, ‘Steve Bell’ çavdêrê meseleyên sîyasî li Brîtanyayê jî dibêje ku lihevkirina Îran û Erebistanê mizginîya dewreke nû ya dîrokê dide ku bi saya wê yê cîhana çendcemserî ser xêra gelan pêk were.

Wî herwiha got: Lihevkirina Îran û Erebistanê dikare alîkarîyê bide rêçareyeke dîplomatîk li Yemenê jî.

Ji hêla din va Ajansa Nûçeyan a Sputnik’ê ya Rûsyayê şeva buhurî ji zarê çavkanîyên ku wek “çavkanîyên haydar” bi nav kir, ragihand ku gotûbêjên girîng nika di navbera Îran û Behrêynê da bi merema asayîkirina peywendîyan tên birêvebirin.

Vê ajansa nûçeyan a Rûsyayê herwiha ragihand ku rawêjkarîyên di navbera Têhran û Menameyê da heta vê gavê dualî û bêyî navbeynkar an navbeynkaran tên meşandin û li gorî ihtimalê heke têkildarî gişk nakokîyan li hev bikin, encam bi zûtirkê bên ragihandin.

Îran û Erebistanê bi dû muzakireya li Pêkenê, di 11’ê Adarê da li hev kirin ku piştî 7 salan, peywendîyên dîplomatk ji nû ve dest pê bikin.

 

Serepeyv