Adar 12, 2023 17:17 Asia/Tehran
  • Rapor | Geşbîniya navneteweyî derheq pêşeroja peywendiyên digel Îran û Erebistanê

Piştî ragihandina destpêbûna peywendiyên dîplomatîk navbera Îran û Erebistanê, gelek welatan ev yek wek destpêkeke erênî li navçe û cîhanê nirxandin.

Piştî çend rojan muzakireyên giştalî di navbera “Elî Şemxanî” Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û “Musayîd Bin Muhemed El-Îban” hevpîşeyê wî yê Seûdî li Pikena paytexta Çînê, roja 10ê Adarê lihevkirinnameya pêkhatî ji  bo jinûva-destpêkirina peywendiyên navbera du welatan di rêûrismekê da bi wajokirina daxuyaniya hevpar navbera Komara Îslamî ya Îranê, Erebistan û Çînê bi awayê fermî hat ragihandin.

“Ehmed Ebûxeyz” Sekreterê Giştî yê Yekitîya Ereban tevî pêşwazîkirina ji lihevhatina Komara Îslamî ya Îranê û Erebistanê, got: Ev lihevhatin hêvîdera qonaxeke nû ji peywendiyên erênî di navebra du welatan da ye ku wê ji bo pêkhatina aramiyê  li navçeyê bibandor be.

Hikûmeta Venezuelayê jî bi dayîna daxuyaniyekê tevî pêşwazîkirina li hevhatina Komara Îslamî ya Îran û Erebistanê, ew wek destkefteke dîplomatîk a girîng û pêngaveke berbipêş ji bo pêkanîna cîhaneke çend-cemserî zanî.

Wezareta Karên Derve ya Spanyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand, Madrîd pêşwazî li hevhatina Tehran û Riyazê ji bo pêkanîna dubare ya peywendiyên dîplomatîk dike û Komara Îslamî ya Îranê û Erebistan du welatên bingehîn ji bo ewlehî û  hevkariyê li Rojavayê Asyayê ne.

Serokê Komîteya Karûbarên Navneteweyî ya Meclîsa Dûmayê ya Rûsyayê jî got: Lihevkirina navbera Komara Îslamî ya Îranê û Erebistanê li gorî têbîniya Rûsyê ji bo ewlehiya komkî li Kendava Farsê ye û dê ji bo çareserkirina nakokiyan li  navçeyê alîkar be.

“Ehmed Sehhaf” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî got: “Jinûva-destpêbûna peywendiyên Îran û Erebistana Seûdî dê qonaxeke nû li navçeyê dest pê bike û bibe sebeba zêdebûna aramiyê li navçeyê, berfirehbna hevkariyan û xurtbûna  pêvajoya geşepêdanê.”

“Feysel Bin Ferhan” Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê jî îro (Yekşemî) di hevpeyvîna digel Kanala El-Erebiyeyê da got: Lihevkirina digel Îranê encama muzakireyên di heyama du salan da ye û me di dawîya wan da liyektêgihîştinên li gorî  cînaretiya baş, rêzgirtin li serweriya neteweyî ya welatan û çareserkirina gişt pirsgirêkên têkildarî ewlehiya navçeyî bi dest xistin.

Wî tekez kir: Ev bawerî li Erebistanê heye ku gotûbêj rêya herî baş ji bo çareserkirina hemî meseleyan e.

Serepeyv