Adar 08, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • Raporek li ser bertekên himberî nasandina berbijarê opozîsyonê wek reqîbê Erdogan

Nasandina Serokê CHP’yê wek berbijarê opozîsyona Tirkîyê ji bo rikeberîya hibmerî Serokkomarê Tirkîyê bû sedema bertek û nirxandinên cida di nav derdorên sîyasî, sîyasetvanan û serokên partîyan da.

Serokê Partîya Pêşketin û Demokrasîyê (DEVA) Elî Babacan wek partîyeke opozîsyonê piştî nasandina ‘Kemal Kiliçdaroglu’ wek berbijarê opozîsyonê got: Me Şaredarên Enqere û Stenbolê Ekrem Imamoglu û Mensûr Yavaş jî tev li hevalbendîya neyraran û hikûmeta bê kir û em dê bi awayekî xurt rêya xwe bidomînin.

Babacan herwiha got: Hevalbendîya neyaran li gorî nexşerêya demajoya veguhestina desthilatê ku hatîye amadekirin û çend hefteyan berî nika hat ragihandin, mîdeleka rêvebirîya hevpar a pêkhatî ji 6 partîyan bi dest xistîye û em naxwazin dengê xwe bidin yek kesî û dê ji gelê Tirkîyê bixwazin ku dengê xwe bidin kom ango lîsteyekê.

Hevserokê HDP’yê ‘Midhet Sencer’ jî ragihand ku partîya wî dewsa nasandina berbijarê xwe, piştgirîyê dide berbijarbûna ‘Kemal Kiliçdaroglu’ ku ev yeka diqewime li gorî sedî 11ê dengên vê partîyê li başûr-rojhilatê Tirkîyê neyarên Erdogan ser bixe.

Serokê MHP’yê ‘Dewlet Bagçelî’ jî di civîna partîya xwe da wek berteka himberî serederîya Seroka Îyî Partîyê Meral Akşener’ê di Hevalbendîya Millet’ê da, ew şibihande ‘‘Perrikên aşê bayê’’ û got: Wê sîyaset veguherandîye şerê takekesî û ducemserbûnê.

Bagçelî herwiha hevalbendîya neyarên Erdogan ser zîyana gelê Tirkîyê zanî û got: Tikrîye ne welatekî bêsitar û bermayîyê koledarîyê ye û gelê Tirkîyê dê bi dengê xwe nîşan bide ka hejî kîjan alîyî dike.

Di vî halî da Malpera Rojnameya Star a Tirkîyê jî amajeyî vekişîna Akşener’ê ji maseya şeşalî û vegera ser wê û razîbûna ser berbijarîya Kiliçdaroglu kir û nivîsî: Akşenerê garantîya nasandina Mensûr Yavaş û Ekrem Imamoglu Şaredarên Enqere û Stenbolê wergirtîye û di berdêlê da ser nasandina Kiliçdaroglu razî bûye.

Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORC’ê berbijêrê Hevpeymaniya Millet’ê Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinên Serokkomariyê de bi rêjeya ji sedî 56.8ê dengan li hember berbijêrê Hevpeymaniya Millet Recep Tayîp Erdogan bi ser dikeve.

 

Serepeyv