Adar 03, 2023 18:05 Asia/Tehran
  • “Berteka rayedarên welatên rojavayî li hember mijara jehrîbûna xwendevanên îranî, dewama Şerê Hevdudanî ye”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, bertek û destêwerdana rayedarên rojavayî li hember mijara jehrîbûna xwendevanên keçik ên îranî dewama Şerê Hevdudanî yê dijmin da zanîn.

Huseyn Emîr-Ebdullahîyan, roja Înîyê di twîtekê de nivîsî: Berteka detêwerderane ya hinek rayedarên rojavayî li himber jehrîbûna gumanawî ya xwendevanên keçik ên îranî, dewama Şerê Hevdudanî yê dijmin e.

 Emîr-Ebdullahîyan wek berteka li himber mudaxileya hinek rayedarên rojavayî derbarê vê mijarê teqez kir: Gelê mezin ê Îranê, bi derewên wan hesiyaye.

 Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî îro di nav koma xelkê bajarê Deştîyê li parêgeha Bûşihrê li başûrê Îranê ragihand ku ji wezîrên Navxwe û Îtilatatê yên Îranê re fermaneke taybet hatiye dayîn ku meseleya jehrîbûna xwendevanên îranî hilkolînin.

 Di eynî demê de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku şopandina mijara jehrîbûna xwendevanên îranî ji ewlewyetên hikûmeta Îranê ye û destnîşan kir: Berteka bilezûbez, seyr û şanoyî ya rayedarên hinek welatan derbarê vê yekê de, di dewama helwêstên siyasî yên detêwerderane yên wan di mehên derbasbûyî de hatiye niraxndin ku sûdwergirtina kirêt ji mijarên însanî bo bidestxistian armancên siyasî ye.

 

Serepeyv