Adar 02, 2023 18:41 Asia/Tehran
  • Rapor | Hilbijartina Tirkiyê; Asta hebandîbûna AKP’yê kêm bibe

Çavkaniyên Tirkiyê, li gor encamên rapirsiyekê ragihandin ku dengên AKP’yê bi serokatiya Receb Teyyîb Erdogan di hilbijartinên bê de yê gelekî dakeve.

Rojnameya Sozcu’yê li gor encamên lêkolîneke saziya Alêfê ragihand ku dengên AKP’yê daketiye kêmtir ji sedî 30’yê.

 Li gor ragihandina vê çavkaniyê, di dawîn rapirsiya ku derbarê asta hezkirîbûna partiyên Tirkiyê bereberê hilbijartinên hevgav ên parleman û serokkomariyê bi cih hatiye, diyar bûye ku asta hebndîbûna Hevalbendiya Cimhûrê ku ji AKP û MHP’yê pêk hatiye û niha ji xeynî hikûmetê, piraniya kursiyên parlemanê jî di dest wê de ne, daketiye sedî 35.1’ê.

 Rojnameya Sozcu’yê di rapora xwe ya rojnamevaniyê bal kişand ser asta hebandîbûna jorayî sedî 50’yê ya hevalbendiya Cimhûrê di hilbijartinên serokkomarî û parlemanî yên dewra berê û daketina zêdetirî sedî 17’ê ya asta hebandîbûna wan û nivîsî: Encama rapirsiya vê dawiyê nîşan dide ku asta hebandîbûna AKP’yê, sedî 29.5 û ya Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) daketiye kêmtir ji 5.6 ‘ê.

 Eva di halekî de ye ku li gor nivîsîna rojnameya Yeni Şafak’ê ya Tirkiyê, encama rapirsiya ku Navenda Arda’yê û ji 23 heta 28ê Sibata îsal bi beşdariya 3000 kesan li dar xistiye, ji beşdaran pirs hatiye kirin ku “Gelo ger hema îro hilbijartina serokkomariyê were lidarxistin, tu yê dengê xwe bidî kê?” û sedî 49.8 ê wan gotin ku dengê wan Receb Teyyîb Erdogan, Serokkomarê niha ye.

 Di halekî de ku kêmtir ji 2.5 meh heta dema lidarxistina hilbijartinên hevgav ên serokkomarî û parlemana Tirkiyê maye, partiya serdest anku AKP bi hevrêtiya MHP’yê ji du mehan berî niha va Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê niha yê vî welatî wek berbijarê xwe dane nasandin, lê partiyê Opozîsyona Tirkiyê hîna derbarê nasandina berbijarê hevpar ji bo hilbijartinê li hev nekirine.

 

Serepeyv