Sibat 28, 2023 15:04 Asia/Tehran
  • Rapor | Emîr-Ebdullahîyan: “Konseya Mafên Merivan bûye darê destê welatên rojavayî”

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê di civîna Konseya Mafên Merivan a NY’yê da li Jênêvê pêgirî kir: “Konseya Mafên Merivan ji erka xwe dûr ketîye û veguherîye emrazeke sîyasî di destê welatên rojavayî da.”

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê ‘Hisên Emîr-Ebdullahîyan’ di axavtina xwe ya du civîna 52an a Konseya Mafên Merivan da li Jênêvê ku duh hat lidarxistin, got: “Nabe ti welat û komek pawanxwazîya derheq xwedîtî yan parastina mafên merivan mafê xwe bizanibe yan welatên din neçar bike ku himberî şirovekirina bêbingeh derheq mafên merivan teslîm bibin, lewma welatên ewrûpî û welatên din ku ji kiryarên zorbêjane û yekalî yên Amerîkayê peyrevî kirine, ne xwedîyê vê cîgeh û hêjatîyê ne ku basa mafên merivan li Îranê bikin.”

Hisên Emîr-Ebdullahîyan amajeyî kombûnên biaştî yên bi dû canjidestdayîna xembar a “Mehsa Emînî”yê li Îranê kir û got: “Ew kombûnên biaştî bi saya destwerdana kesên terorîst veguherîn şîdetê û hejmarek şebekeyên farisî yên li Amerîka û Ingilîsê jî di beşên qaşo nûçeyan da şîdet û teror li Îranê berbelav kirin.”

Emîr-Ebdullahîyan got ku têkoşînên şehîd serdar Silêmanî dijî DAIŞ’ê ji bîr naçin û pêgirî kir: “Komara Islamî ya Îranê heta dema ku sebebkar û encamderên şehîdkirina şehîd Silêmanî nespêre dezgehên dadwerîyê, yê her hewlekê bide.”

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê amajeyî binpêkirina mafên filistînîyan jî kir û got: “Binpêkirina sîstematîk a mafên merivan û cinayetên Rejîma Sîyonîst ên dijî merivantîyê divê bên sekinandin, heta dema ku Filistîn dagirkirî be û cinayetên Israyîlê bidomin, zehmet e ku meriv bêje mekanîzmên NY’yê yên têkilkdarî mafên merivan bihitbar in.”

Hisên Emîr-Ebdullahîyan ku ji bo pişkdarî û axavtina di civîna Konseya Mafên Merivan da çûye Jênêvê, duh herwiha bi Sersekretrê NY’yê “António Guterres” û Wezîra Karên Derve ya Endonezîyê ra jî hevdîtin û gotûbêj pêk anî.  

 

Serepeyv