Erebistanê dîsan bi topan êrişî ser Se’deya Yemenê kir
Hevpeymanîya Seûdî ya destdirêjker di dewama cinayetên xwe dijî gelê Yemenê de, hinek navçeyên parêzgeha Sedeyê bombebaran kirin.
Li gorî rapora Kanala El-Mesîre’yê, di encama êrişa Erebistanê ya bi topan ser navçeya sînorî ya Şedayê li parêzgeha Se’deyê de, du sivîl hatin kuştin an birîndar bûn.
Her wiha di encama teqîna mayînên ku ji êrişên Hevpeymanîya Seûdî ya destdirêjker li çola Cewfê li navçeya Hezmê mane, welateiyekî yemenî birîndar bû.
Ji aliyê din va jî, rojnameya Arabî-21’ê ji zarê du çakaniyên agehar va nivîsî: Erebistanê meqereke nû bo hêzên xwe li komgirava Suqotrayê li nav Oqyanûsa Hindê li beravên başûrê Yemenê ava kiriye.
Li gor nûçyeke din, Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê teqez kir ku Hevpeymanîya Seûdî ya destdirêjker berpirsa sereke ya talankirina serwetên neteweyî yên Yemenê û mehrûmbûna gelê vî welatî ji serwet û heyîtiyên xwe ye.
Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê her wiha ragihand: Gelê Yemenê mafê xwe heye her cure mayîna eskerên biyanî weke destdirêjî û dagirkirî bizanibe û bo bidestxistina azadî û serbixwetiya tam û tekûz hemî rêyan bi kar bîne.
Di eynî demê de, serleşker “Muhemed El-Qemarî”, Serokê Erkantiya Hevpar a Hêzên Çekdar ên Yemenê jî hişyarî da hevalbendiya seûdî ku hêzên çekdar di hemî teşkîlatên eskerî de û baştir ji her wexteke dinê bo her bijarteyekê ku pêwîst be, tam amade ne.