Sibat 26, 2023 18:10 Asia/Tehran
  • Kêşeya bêmînak li erdên dagirbûyî; Rûyê bêretûş ê Rejîma Siyonîst

Bi dehan hezar kes di heştemîn hefteya lidûhev da li bajarên Til Avîv, Heyfa, Modî’în û Bêr El-Sebeyê li dijî kabîneya Benyamîn Netanyahû xwenîşandan li dar xistin.

Damezirandina kabîneya herî zêde tundrê ya dînî û rastgir di dîroka Rejîma Siyonîst bi rêberiya Benyamîn Netanyahû tûşî bertekên tund û bêmînak di civata siyonîstan da bûye.

Ev bertek heta niha ewqasî tund û giran bûne ku heta rêberên siyasî û fermandeyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ji bo hilweşandina kabîneyê, daxwaza nîşandana nerazîtiyê bi awayê cûr bi cûr kirine.

Koka sereke ya bûyerên niha li erdên dagirbûyî, nîgeranî ji hewildana kom û tevgerên rastgir ji bo rêveberiya civak û hikûmetê li gorî nêrînên xwe yên tundrêyane ye. Ev tundrêtî û zêdegavî niha di hewl û gengeşeya ji bo kêmkirina desthilata  Saziya Dadweriyê da tê dîtin.

Xwenîşandana bi dehan hezar kesî li erdên dagirbûyî divê di dewama qelaşa siyasî li Îsraîlê were nirxandin. Pêşengên nerazîyan hevrikên siyasî yên Netanyahû yanî Yayîr Lapîd û Benny Gantz in. Loma ev nerazîtî cûreyeke milmilaneya siyasî jî tê  hesab.

Rojnameya Haaretz'ê nivîsî, Di rewşekê da ku xwenîşandana li dijî plana Netanyahû didome, wezîr planekê amade dikin ku rê li ber ragihandina nekarabûna serokwezîr ji aliyê Saziya Dadweriyê da digire.

Xala din a girîng ev e ku ev nerazîtî nîşana rewşa siyasî û ewlehî ya bêserûber û berziyan li erdên dagirbûyî ye, bi awayekî ku nîgeraniyên derbarê qewimîna şerê navxweyî jî zêdetir bûne.

Nerazîtî li erdên dagirbûyî vediguherin pevçûnan. Di vî halî da, nerazî li nav kolanan êgir dadidin û kolanan girêdidin û polîs jî bi dehan kes girtine.

Netanyahû di axaftinekê da tekezî li ser dehfdana opozîsyonê bi darê zorê kir û Partiya Karkeran jî ji ber vê gotinê, li dijî serokwezîrê vê rejîmê gilî kir.

Helbet wisa xuya dike ku hegera xwenîşandanan biryara kabîneya Netanyahû ji bo pêkanîna guhertinan di Saziya Dadweriyê da ye; lê hegera rasteqîn, meşa Îsraîlê di rêka zêdegaviyê ye ku li gorî bawera rexnegiran, gefê li hebûna Îsraîlê  dixwe.

Tiştê ku roja îro li erdên dagirbûyî tê dîtin, rûyê rasteqîn û bêretûş ê Rejîma Siyonîst e.

Serepeyv