Sibat 10, 2023 18:43 Asia/Tehran
  •  Piştî dolar, Euro jî ji Sindoqa Heyîtîya Neteweyî ya Rûsiyê tê rakirin

Alîkarê Wezîrê Darayîyê yê Rûsiyê got: “Wezareta Darayîyê yê hêdî hêdî pêkhateya Sindoqa Heyîtîya Neteweyî li gor pîvanên nû biguherîne da ku bi tenê Rûbl, Yuwana Çînê û zêr li vê sindoqê bên xweyîkirin.”

Yekitiya Ewropayê bona ku xwe ji ardûyên fosîlî yên Rûsiyê bêminet bike, heta sala 2027’an armancek kivş kiriye ku beşek ji boykotên berfirehtir ên Welatên Rojavayî dijî Rûsiyê bi mehneya êrişa ser Ukraynê bûye.

 Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsiyê di Adara 2022’an wek berteka li hember boykotên Welatên Rojavayî, xwest ku diravê gaza ku hinarde dike, bi Rûblê werbigre.

 Di Îlona buhurî de, şîrketa rûsî ya GazProm’ê û şîrketa çînî ya CNPC’ê li hev kirin ku diravê gaza ku bi rêya boriya Power of Siberia’yê hinarde dikin, bi Rûbl û Yuwanê werbigrin.

 ”Vladîmîr Kolîçêf” Alîkarê Wezîrê Darayîyê yê Rûsiyê got: “Di çarçoveya hewildana vî welatî bo kêmkirina ziyana xwe li hember diravê ‘Welatên ne-heval’, Rûsiyê dê Euroyê ji Sindoqa Heyîtîya Neteweyî ya Rûsiyê di sala 2023’an rake.”

 Vî rayedarê ûris teqez kir: “Bê guman îsal Eoro yê di Sindoqa Heyîtîya Neteweyî ya Rûsiyê de nemîne.”

 Wezareta Darayîyê yê Rûsiyê pêştir sîstema çavdêriyê ya nû bo heyîtiyên Sindoqa Heyîtîya Neteweyî amade kir ku îmkana sermayeguzariyê bi dolar tam ji nav dibe û pişkên curbicur ên diravên din qanûnî dike.

Sindoqa Heyîtîya Neteweyî ya Rûsiyê ku derhata wê ji firotina hinardekirina niftê ye, bo piştgiriya ji sîstema neteweyî ya dayîna pereyê mehane û alîkariya bo cebirandina kêmasiya bûceyê di demên pêwîst de hat damezrandin. Heyîtiyên vê sindoqê heta yekê Sibata 2023an zêdetirî 155 milyar û 300 milyon dolar bû.

 

Serepeyv