Sibat 09, 2023 19:31 Asia/Tehran
  • Rapor | Şandina alîkarîyên Îranê bo berketîyên erdheja li Tirkîye û Sûrîyê didome

Hevgavê jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê û destpêbûna qonaxa lêgerîna ji bo peydakirina kesên di bin kvilan da mane, komên curbicur ên gîhandina alîkarîyan û hawargihîştinê ji Komara Islamî ya Îranê va ber bi Tirkîye û Sûrîyê va hatin şandin.

Komara Islamî ya Îranê hema ji sietê destpêkê yên bi dû erdheja li Tirkîye û Sûrîyê ragihand ku ji bo alîkarîyê amade ye û demlidest bilî şandina alîkarîyên mirovdostîyê, “Komeleya Hîva Sor” a Komara Islamî ya Îranê jî personelên hawargiheştin û rizgarkirinê ji bo alîkarîya mexdûran bikin, şandin wan du welatana. Îro jî barê pêncan ê alîkarîyên mirovdostîyê yên Îranê ber bi Tirkîye û Sûrîyê va hatin şandin.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê Generalê Duyê “Kîyûmers Heyderî” got: “Li gorî daxwaza berpirs û rayedarên Tirkîyê, nexweşxana gerrok a yekê ya Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê bo mexdûrên deverên başûrê wî welatî hat şandin, nexweşxana ku ji 50 textan û beşên acîl, odeya niştergerîyê, dermanxane, labratuvar û beşên din ên pêwîst pêk tê û tîmeke 60 kesî ya pizişkên niştergerî, ortopedî, zarokan, kêmgirtin (enfeksyon) û hawkirinê, perestar bo deverên erdhejlêketî yên Tirkîye hatin şandin.”

Karê lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin kavilan da mane jî îro hat domandin û personelên hawargiheştin û rizgarkirinê yên Komeleya Hîva Sor a Îranê duh karîn 3 kesan zindî ji bin kavilan derxin. 7 kes ji kesên ji bin kavilan hatin derxistin jî, canê xwe ji dest dabûn.

Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Şamê jî ragihand: “Barê pêncan ê alîkarîyên mirovdostîyê yên Komara Islamî ya Îranê bo mexdûrên erdhejê vê sibê gihîşt balafirgeha vî şarî ku ji 45 ton petû (Betanî), mafûr, xêwet û xwarekê pêk tê.”

Herwiha karwanê xizmetkarên Mezargheha Imam Riza (S) ji bo mazûvanî û xizmetguzarîya di heyama salvegera koça dawîn a Hezreta Zeynebê (S) da çûbû Sûrîyê, bi dû erdhejê çû hawara gelê Helebê.

Ji destpêka erdhejê va, rojê 10 hezar xwarek bi saya xizmetkarên Mezargeha Imam Riza (S) hatîye amadekirin û di nav mexdûrên erdhejê da hatine belavkirin.

 

 

Serepeyv