Sibat 06, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Rapor | Hejmara goriyên erdhejê li Tirkiye û Sûriyê zêde dibe

Erdhejeke giran berbanga îro li başûrê Tirkiyê qewimî ku hinek navçeyên bakurê Sûriyê jî hejandin; di encamê da heta niha zêde ji 1400 kesan li van du welatan canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Erdhejeke bi hêza 7.7 Rîşteran derdora saet 4:17 ya berbanga îro çend parêzgehên başûrê Tirkiyê yên nêzikî sînorê Sûriyê hejandin û ji ber wê gelek kesan li her du welatan canê xwe ji dest da û zirar û ziyanên zehf pêk hatin.

Li gorî gotina şehedên bûyerê, ev erdhej derdora deqîqeyekê berdewam bûye û welatî ji ber wê gelekî tirsiyane.

Her çend ku hîn nûçeyeke deqîq ji hejmara goriyên vê erdehê li navçeyên bakurê Sûriyê û başûrê Tirkiyê nehatiye weşandin, lê li gorî amarên seretayî hejmara goriyên erdhejê li Tirkiye û Sûriyê ji 1400 kesî zêdetir bûye û hejmara birîndaran jî  gihîştiye çend deh hezar kesî.

Li gorî nûçeyeke din, erdhejeke nû bi hêza 7.8 Rîşteran îro nîvro saet 1:30 careke din navçeyîn navendî yê Tirkiyê hejandin.

Rojnameya Daily Sabah’ê jî ragihand ku Keleha dîrokî ya “Xazîyan-Tepe”yê anku Gazîantep’ê li Tirkiyê ji ber erdhejê kavil bûye. Vê rojnameyê nivîsî: “Hin beşên başûr, rojhilat û başûrê rojhilatê Keleha dîrokî ya “Xazîyan-Tepe”yê ji ber erdheja vê  berbangê hilweşiayn. Her wiha gumêz û dîwarê rojhilatî yê “Mizgefa Şêrwanî” ku nêzikî vê kelehê ye û di sedsala 17an a mîladî da hatiye çêkirin, wêran bûne.”

Li pey vê erdhejê, “Bişar Esed” serokkomarê Sûriyê civîneke awarte bi beşdariya endamên kabîneyê ji bo nirxandina zirarên canî û ziyanên darayî yên pêkhatî li vî welatî û berxwegirtina tevdîrên pêwîst derbarê wê li dar xist.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî bi daxuyaniyekê qala serferberkirina yekîne, derfet û hêzên xwe ji bo alîkarîgihandina bilez bo ziyandîtiyên erdhejê li bakurê vî welatî kir.

Li gorî nûçeyeke din, bajarê “Harim”ê yê li ser sînorê parêzgeha Îdliba Sûriyê digel Tirkiyê ji ber erdheja îro bi tevahî kavil bûye.

Ev erdheja giran li gellek welatên navçeyê ji wan Libnan û Iraqê û heta li hin navçeyên Ewropayê jî hatiye hîskirin.

Welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê nemaze li Dihok, Hewlêr û Mûsilê jî erdheja berbanga îro hîs kirin.

 

Serepeyv