Sibat 05, 2023 13:41 Asia/Tehran
  • Rapor | Qeyrana li Erdên Dagirbûyî didome; xwenîşandana nû dijî Natanyahu

Bi hezaran kes ji bajaroknişînên israyîlî li şarên curbicur ji bo hefteya çaran a bi dû hev, xwenîşandanek dijî kabîneya nika ya Rejîma Sîyonîst li dar xistin.

Xwenîşandana dijî Natanyahu û nakokîyên di navbera partîyên Rejîma Sîyonîst da piştî wê berfire bûn ku kabîneya nû ya Tel Avîvê bi serokatîya Benyamîn Natanyahu di meha buhurî da pêşnumayek ji bo ‘‘sererastkirina pergala dadwerîyê’’ raber kir.

Natanyahu ku ev çend sal in bi tawana gendelî, bertîlistandin û bêsozîyê tê mehkemekirin, dil heye bi tişta ku ‘‘sererastkirina pergala dadwerîyê’’ bi nav kirîye, bi alîkarîya Wezîrê Dadê yê vê rejîmê mehkemekirina xwe ibtal bike.

Vê hefteyê jî wek çend hefteyên buhurî di rojên Şemiyê da, sîyonîst li şarên curbicur ên Filistîna Dagirbûyî nemaze li Tel Avîv û Heyfayê daketin kolanan.

Şebekeya Kan’ê ragihand ku bi hezaran sîyonîstan şeva buhurî li Tel Avîv û Heyfayê xwenîşandanek dijî kabîneya Benyamîn Natanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst li dar xistin.

Li Filistîna Dagirbûyî idî rojên Şemiyê veguherîne rojên reş ji bo Natanyahu. Eva Şemîya çendan e ku bi sedan hezar bajaroknişînên sîyonîst bi nîşana nerazîbûna hibmerî tundrêtî, kiryarên neqanûnî û hewlên kabîneya rastigr û tundrê dadikevin kolanan û dil hene xwenîşananên xwe heta sernixûnkirina Partîya Lîkûdê û hevpeymanên wê bidomînin.

Ji hêla din va, Ajansa Nûçeyan a Shahab a Filistînê ragihand ku dengê çend teqînên giran li bajarokên sîyonîstnişîn ên Sedîrot û Netîfot’ê li nêzîkî Zîvala Xezeyê hat bihîstin.

Radyoya Kan a Rejîma Sîyonîst jî ragihand ku dengê teqînan ji ber çalakbûna sîstema berevanîya esmanî ya “Gumbêza Hesin” û êrişa ser xwefirrekê bû ku ji Xezeyê rabûbû.

 

Serepeyv