Çile 31, 2023 14:53 Asia/Tehran
  • Şirove | Pêgirîya ser pişkdarîya Îranê di demajoya aştîyê ya Sûrîyê da

Serokkomarê Tirkîyê pêgirî ser pişkdarîya Komara Îslamî ya Îranê di civîna sêalî ya Rûsye, Sûrîye û Tirikîyê da kir.

Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan di axavtinekê da got: “Îran jî yê di civîna hevpar a sêalî da pişkdar be.”

Erdogan got: “Em divê civîna sêalî ya Rûsye, Sûrîye û Tiriîyê li dar bixin, me di vî warî da hin encam bi dest xistine û Îran jî dê tev li muzakireyên asayîkirina peywendîyên Tirkîye û Sûrîyê bibe.”

Li ser van gotinên Serokkomarê Tirkîyê meriv dikre bi giştî wiha bêje ku pişkdarîya Îranê di muzakireyên aştîya Sûrîyê da yê berjewendîyên gelên herêmê nemaze yên Tirkîye û Sûrîyê garantî bike. Nemaze ku destpêşxerîya civînên Astenyê ya Îranê bû û Têhran dikare şîyanên xwe di muzakireyên çaralî yên aştîya Sûrîyê da jî ray bide.

Yek ji daxwazên sereke yên Şamê ji Enqereyê ji bo xweşkirina têkilîyan, ‘‘Vekişîna hêzên Tirikîyê û çekdarên terorîst ên di bin sîvana Enqereyê da ji axa Sûrîyê’’ ye. Şam herwiha dê ji Enqereyê bixwaze ku ‘‘Piştgirîya ji komên terorîst bi dawî bîne û alîkarîyê bide hikûmeta Sûrîyê ku careka din li Idlibê serdest be.”

Serokkomarê Sûrîyê jî bi caran gotîye ku dê berî hilbijartinên Tirkîyê yên di meha Gulanê da bi Serokkomarê vî welatî Receb Teyyîb Erdogan ra hevdîtin pêk neyîne.

Hewlên rayedarên Enqereyê ji bo asayîkirina peywendîyên digel Şamê di halekî da ne ku hêzên Tirkîyê ev çend sal in ku beşeke berfire ya bakurê Sûrîyê bi heceta rawestana himberî terorîsmê dagir kirine û êrişên ser wan navçeyan didomînin.

 

Serepeyv