Çile 27, 2023 15:23 Asia/Tehran
  • Rapor | Pêşnumaya reforma Qanûna Hîcabê li parlemana Tirkiyê hat qebûlkirin

Pêşnumaya reforma Qanûna Bingehîn ku hîcabê garantî dike û pergala malbatê pênase dike, li komîsyona Qanûna Bingehîn a Parlemana vî welatî hat pesendkirin.

 Pêşnumaya reformê Qanûna Hîcabê ku ji aliyê AKP û MHP’yê û bi wajokirina 336 nûneran, ji sercem 600 nûneran bo parlemana Tirkiyê hatiye raberkirin, di 24 xalan de hatiye amadekirin.

 Di vê pêşnumaya reformê de, mijara “Poşandin an nepoşandina serî” wek maf û azadiyeke bingehîn hatiye zanîn û hatiye teqezkirin ku vê mijarê ti bandorek ser bikaranîna xizmetguzariyên giştî û taybet ên welatiyan tinebe.

 Kesên ku ev pêşnuma raber kirine, her wiha teqez kirine ku nikarin ti jinekê ji ber baweriyên wê yên mezhebî ji wan poşandina serî an kincê ku li xwe dike, ji xwendin, karkirin, hilbijartin, xebatên siyasî û bikaranîna xizmetguzariyên giştî bêpar bikin, an ku wê mehkûm an tawanbar bikin û bi duberekî pêre reftar bikin.

Receb Teyyîb Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, par behsa guhertina Qanûna Hîcabê li Tirkiyê bi rêya partiya xwe va kiribû û ragihandibû ku bi vê pêşnumayê, zemîneya garantîkirina hertimî ya azadiya hîcabê dabîn bike.

 Sererastkirina Qanûna Hîcabê van rojana bûye hegera kêşeyên di navbera hevrikên hilbijartina bê ya Tirkiyê û her yek ji partiyan armancên xwe di hilbijartina bê de, di vê pêşnumayê de dişopîne.

 

Serepeyv