Çile 23, 2023 14:13 Asia/Tehran
  • Dahênan; Lêkolerekî îranî karî ji pîsava karistanan xwareka avjîyan berhem bîne

Lêkolerekî îranî karî ji pîsava karistana çêkirina elkolê, xwareka avjîyan berhem bîne.

 

Lêkolerekî Zanîngeha Tehranê bi raberkirina şêwazeke zanistî karî pîsava karistanên çêkirina elkolê safî bike û xwarekê ji bo xwedîkirina avjîyan berhem bîne.

Areş Cewanşîr endamê Desteya Zanistî ya Zankoya Çandinî û Çavkaniyên Sirûştî ya Zanîngeha Tehranê di lêkolînekê da bi pakpiştiya xebata Pergala jêbirina pirtikan û safîkirin û jinûva-bikaranîna avê ji pîsava pêkhatî ji pêvajoya çêkirina elkolê, karî pîsava vê karistanê safî bke û wê ji bo xwedîkirina avjîyan bi kar bîne.

Li gorî rapora IRNA'yê, Safîkirina vê pîsavê û proteîna heyî li nav lîte û heriya pêkhatî ne tenê ji bo zêdekirina li xwareka avjîyan guncaw e, belkî safîkirina avê û vegerandina wê ji bo bikaranîna dubare li karistanan jî dê sûdmend be û bibe sebeba salifîna avê.

Di salên dawî da û ji ber diyarbûna pandemiya Koronayê û zêdebûna berhemanîn û bikaranîna elkolê ji bo dezenfektekirina destan û astên cûr bi cûr, pîsava pêkhatî ji pêvajoya berhemanîna elkolê jî zêde bûye û dikare bandorên ziyanbar li jîngehê bike.

Eger karistan vê sîstemê bi kar bînin, him rê li ber xisarbûna avê tê girtin û him jî ev sîstem ji bo paqijkirin û parastina jîngehê alîkar e.

 

Serepeyv