Çile 16, 2023 14:05 Asia/Tehran
  • Rapor; Dewama şandina çekên NATO'yê bo Ukraynê di yazdehemîn meha şêrr da

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) qala dewama şandina çekên vê hevpeymaniyê bo Ukraynê kir.

Di halekî da ku şerê Ukraynê derbasî meha yazdehem bûye û şandina çekan ji aliyê welatên rojavayî va bo UKraynê tûşî nerazîtiya Rûsiyê bûye û ev şer berdewam kiriye, Jens Stoltenberg (Yêns Stûltênbêrg) Sekreterê Giştî yê êxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) roja Yekşemiyê got ku çekên giran ên zêdetir di pêşerojê da yê ji bo Ukraynê bên şandin.

Ji aliyê din va, Rishi Sunak serokwezîrê Inglîzê di têkiliya telefonî digel Volodîmîr Zêlênskî serokkomarê Ukraynê da ragihand ku Inglîz dê hejmareke tankên xwe yên cengê yên sereke hevrê digel piştevaniya topxaneyî ya zêdetir bişîne UKraynê.

Li pey şerê Ukraynê, welatên rojavayî bi serokatiya Amerîkayê hin boykot li ser Rûsiyê sepandine ku niha ev boykot bûne sebeb ku welatên ewropî bi giranî tûşî kêmbûna enêrjiyê bibin.

Hevdem serokkomarê Rûsiyê razîbûna xwe ji operasyona leşkerî ya vî welatî li Ukraynê diyar kir û rewşa aborî ya Rûsiyê baş wesifand.

Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê roja Yekşemiyê ragihand ku operasyona leşkerî ya vî welatî li Rûsiyê di pêvajoyeke erênî da ye û ew hêvîdar e ku leşkerên ûris destkeftên zêdetir bi dest bixin.

Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê derbarê rewşa aborî ya Rûsiyê di heyama şerê digel Ukraynê da jî got: Rewşa aborî mayînde ye.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja Îniya hefteya derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên vî welatî kontrola bajarê Solêdarê li rojhilatê Ukraynê bi dest xistine.

Di vê daxuyaniyê da hatiye, tenê di sê rojên derbasbûyî da zêde ji 700 leşkerên Ukraynê hatin kuştin û zêde ji 300 yekîneyên çekan ên hêzên çekdar ên vî welatî di operasyona leşkerên Rûsiyê da li bajarê Solêdarê hatine jinavbirin.

 

Serepeyv