Çile 13, 2023 15:21 Asia/Tehran
  •  Serokê Gumrika Îranê: “Asta tranzîta bi rêya Îranê sedî 8,6 zêde bû”

Li gorî gotina Serokê Giştî yê Gumrika Komara Îslamî ya Îranê, Asta tranzîta bi rêya Îranê di deh mehên destpêk yên sala 1401ê da sedî 8,6 zêde bû.

Serokê Giştî yê Gumrika Komara Îslamî ya Îranê got: Di 10 mehên derbasbûyî da asta derbaskirina kelûpelên tranzîtî bi rêya Îranê anegorî vê heyamê di sala par da (1400. K.R) bi zêdebûna sedî 8,6 gihîşte 10,4 miliyon tonî.

Muhemedreza Rizwanîfer Serokê Giştî yê Gumrika Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi Fars News'ê ra her wiha derbarê hinardekirina Îranê got: Asta hinardekirina kelûpelan ji Îranê bo derveyî welêt di sala 1401ê da ji hêla biha va gihîşte 43 miliyar dolarî ku anegorî vê heyamê di sala 1400î da zêdebûneke sedî 19,06 nîşan dide.

Li gorî gotina Serokê Giştî yê Gumrika Komara Îslamî ya Îranê, asta hinardekirina kelûpelên îranî ji hêla giraniyê va jî derdora 98 miliyon ton bû ku anegorî vê heyamê di sala 1400î da sedî 2,86 zêde bûye.

Rizwanîfer derbarî navgîna bihayê gumrikê yê her ton kelûpelên Îranê yên hinardekirî jî got: Ev reqem ji 380 dolarî di sala bihurî da bi zêdebûne sedî 15,7 gihîştiye 440 dlarî.

Serokê Giştî yê Gumrika Komara Îslamî ya Îranê got: Hinardekirina kelûpelên ne-niftî di sala 1401ê da sedî 19 zêde bûye û hevsengiya bazirganiya Îranê erênî û ser xêra welêt bûye.

Li gorî gotina Rizwanîfer, herî zêde gaza xwezayî di sala 1401ê da hatiye hinardekirin ku bihayê wê 6,8 miliyar dolar yanî sedî 15,74 ji tevahiya asta hinardekirina Îranê ji hêla biha va bûye.

Serokê Giştî yê Gumrika Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Kelûpelên Îranî herî zêde bi rêzê bo Çîn, Iraq, Tirkiye, Imarat û Hindê hatine hinardekirin û van pênc welatan hi hêla giraniyê va sedî 74 û ji hêla biha va sedî 76,5 ji tevahiya asta hinardekirina welêt ji xwe ra terxan kirine.

 

 

Serepeyv