Çile 08, 2023 19:03 Asia/Tehran
  •  Darvekirina du sebebkarên şehîdkirina Ecemiyan û helahelaya medyayên serdestîxwaz

Hikmê darvekirina du sebebkarên şehîdkirina şehîd Ecemiyan duh Şemiyê bi cih hat. Muhemed Mehdî Keremî û Muhemed Huseynî sebebkarên sereke yên cinayeta ku di encamê da Seyid Rûhullah Ecemiyan bi awayekî mezlûmane şehîd bû, sibeha roja Şemiyê, 7ê Çileya 2023an, hatin darvekirin.

Roja 24ê Cotmeha 2022an hejmareke ajawegêran li derdora “Goristana Bihişta Sekîneyê” û Kemalşehra Kerecê bi behaneya beşdariya di rêûrisma çilema candayîyeke ajawegêriyan, bi pêkanîna nearamîyê û avêtina kevir û dar û zibilên avahîsaziyê, azadrêya Kerec-Qezwînê girêdan û memûrên ewlekariyê dan ber lêdanê û ew birîndar kirin.

Di bûyerên vê rojê da, “Seyid Rûhullah Ecemiyan” wek yek ji parêzvanên ewlehiyê bi awayekî mezlûmane şehîd bû. Li pey vê bûyera tehl û diltezîn, derdem dosyeyek li Dadseraya Karûbarên Cezayî û Sûcên Taybet a Kerecê hat vekirin û lêpirsê têkildar destûrên dadweriyê yên pêwîst ji bo naskirin û girtina tawanbaran dan Rêveberiya Giştî ya Itila’atê ya parêzgeha Elborzê. 

Di vê dosyeyê da bi giştî ji bo 16 tawanbaran biryara dadwerîkirin û daxwaznameya cezayê hat dayîn û piştî girtina sebebkarên şehîdkirina Seyid Rûhullah Ecemiyan, tawanbaran ji nû va bûyera kuştinê nîşan dan.

Her wiha gotin û mukirhatinên aşkira ji aliyê tawanbaran derbarê pêkanîna sûcê û şirovekirina bûyerê, keşfkirina alav û amûrên sûcê ji tawanbaran, sehkirina mobaylên wan û keşfkirina babetên sûcdariyê, wêne û vîdyoyên belavbûyî ji roja bûyerê li ser çawaniya şehîdkirina berevanê ewlehiyê, şehîd “Seyid Rûhullah Ecemiyan” jî bi temamî tawanên tawanbaran îsbat dikirin.  

Di dawiyê da, bi tawana "Îfsad fî ul-Erz" bi rêya pêkanîna sûcan li dijî ewlehiya welêt, êrîşa li ser parêzvanên ewlehiyê û çêkirina bêewlehîtiyê li welêt û şehîdkirina Seyid Rûhullah Ecemiyan, hikmê darvekirinê li Muhemed Mehdî Keremî û Muhemed Huseynî hat birrîn.

Lê mijara ku em dikarin amaje pê bikin, sûdwergirtina medyayên dijberî Komara Îslamî ya Îranê ji van rûdanan e ku helbet gelê Îranê bi beşdariya xwe ya li meydanê, bersiva vê dijminatîya dijminên Îranê û dadwerîkirina wan a yekalî dane.

 

Serepeyv