Çile 08, 2023 14:01 Asia/Tehran
  •  Rapor; Opozîsyona Tirkiyê muzakireyên ji bo berbijarê serokkomartiyê dest pê kirin

Opozîsyona Tirkiyê ragihand ku wan behs û nîqaşa derbarê berbijarê hevpar bo posta serokkomariyê di navbera xwe de dest pê kirine û her wiha derbarê nexşerêya qonaxa veguhestinê û bernameya hikûmetê bo dema serketina di hilbijartinên bê de li hev kirine.

Di dehemîn civîna rayedarên “Maseya Şeşalî” bi mazûvaniya Ehmed Dawûdoglû, Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê de, opozîsyona vî welatî ragihand ku naveroka siyasetên hevpar ku wek daxûyaniya hilbijartinê ye û hatîye amadekirin, yê li rex nexşerêya demajoya veguhestinê di 30ê Çilleyê de, were ragihandin.

“Maseya Şeşalî’ biryar da Komîteya Hevalbendiya Hilbijartinê pêk bîne û behs û nîqaşên derbarê berbijarê hevpar de bo hevrikiya bi Receb Teyîb Erdogan, Serokkomarê niha yê Tirkyê re dest pê bike.

Di daxûyaniya hanê de hatiye: Herwiha” Maseya Şeşalî” teqez kir ku yê piştgiriyê nede ti hilbijartineke berwext ku li gor qanûna nû ya hilbijartina were lidarxistin û li gor qanûna ku hilbijartinên sala 2018an li gorî wê hatin lidarxistin, amade ye piştgriyê bide hilbijartina berwext a beriya 6ê Nîsanê.

Dawûdoglû roja Îniyê di bernameyeke HALK TV’yê de, basa hêjatiya rêveberên”Maseya Şeşalî’ di rewşekê da ku berbjarekî hevpar bidin nasandin û ew di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de ser keve kir û bi vê gotinê hellahella bi rê xist.”

Dawûdoglû bal kişand ser vê yekê ku “Maseya Şeşalî” yê berbijarekî hevpar bide nasandin çi ev berbijarê hevpar yek ji rêberên vê maseyê be, çi jî nebe û got: “Dema lihevkirina têkildarî berbijarekî hevpar hatiye. Wan hîna derbarê navan da gotûbêj nekirine lê di derbarê pêvajoya vî karî da gotûbêjek hatiye kirin.”

Muhtemel e 14ê Gulana 2023’an hilbijartina çarenûssaz a serokkomariya Tirkiyê were lidarxistin, hilbijartinên ku him ji bo Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û şexsê Receb Teyîb Erdogan, Serokkomarê niha yê Tirkiyê û him jî bo opozîsyonê gelekî girîng e.

 

Serepeyv