Çile 07, 2023 13:35 Asia/Tehran
  • Zimhêra pereyên biyanî ya Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) kêm bû

Asta zimhêra pereyên biyanî ya Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) careke din daketiye.

 Ev daketina zimhêra pereyên biyanî ya Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) di halekî de ye ku gelê vî welatî di mehên derbasbûyî de, her roj bi nûçeyên nebaş ên aborî re rûbirû dibin.

Ev welata qeyrana a aborî ya herî kêmmînak derbas dike. Bihayê lîreyê daketiye, di mehên derbasbûyî de zama aborî sedî 85 jorde çûye û vê rewşê belengazî û xizanî berfireh kiriye.

 Banka Navendî ya Tirkiyê li gor dawîn amara xwe ragihand ku zimhêra pereyên biyanî ya  banka navendî ya vî welatî di heftiya beriya 30 Kanûnê, 34 miliyon dolar kêm bû û gihêşte 82 milyar û 904 miliyon dolarî.

Zimhêra pereyên biyanî ya Banka Navendî ya Tirkiyê di heftiya beriya 16 Kanûnê de, 85 milyar û 595 miliyon olar hatibû ragihandin.

 Di eynî demê de, hevgavê kêmbûna qaweta xelkê bo kirînê li Tirkiyê, xelkê bajarê Stenbolê di demsala kirrînê li vî bajarî ji rewşa xwe ya aborî dilsar bûne.

 Kanala Ruptly TV’ya Rûsiyê heftya buhurî di raporekê de rewşa aborî ya gelê Tirkiyê hilkoland û bi gelê bajarê Stenbolê re gotûbêj kir.

 Li gor wêneyên ku roja Îniyê hatine belavkirin, xelkê Stenbolê hevgavê çûyîna bo bazarên vî bajarî bereberê betlaneyên sala nû, dilnigeraniya xwe derbarê rewşa aborî ya îsal ragihandin.

 Xelkê bajarê Stenbolê jî gotin ku zama aborî ya zêde bûye sedem ku xelk nekaribe vê rewşê tamûl bike.

 

Serepeyv