Kanûn 31, 2022 13:53 Asia/Tehran
  • Dewama şerxwaziya NATO’yê; Daxwaza ji bo şandina çek û sîlehên zêdetir bo Ukraynê

 Bi dewama piştgiriyên giştalî ya Welatên Rojavayî ji Ukryanê û girantirkirina zext û zorên dijî Rûsiyê, Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî Yê NATO’yê, xwest ku çek û sîlehên zêdetir bo Ukraynê bên şandin.

 Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî Yê NATO’yê bal kişand ser kêmasiya parçe û amûrên pêwîst bo sîstemên cengê yên Ukraynê û teqez kir: Ji wergirtina çek û sîlehan giringtir, wergirtina amûr û pêtekên pêwîst bo sîstemên heyî ye.

 Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî Yê NATO’yê got ku destpêşxerî û bihêzbûna li meydana cengê, dibe sedem ku li meydana muzakire û dîplomasiyê de jî puen bên  bidestxistin û tişta ku UKrayn di muzakirên bê de dikare bi dest bixe, bê guman maye ser rewşa eskerî.

 Şerê Ukraynê bi hemî dûhatên xwe yên berfireh ên siyasî, eskerî, aborî, civakî û heta çandî, meha xwe ya 11’an derbas dike û welatên rojavayî tim çek û sîlehan bo Ukraynê dişînin.

 Welatên Ewropî û Rojavayî bi taybet Amerîka bi girantirkirina boykotên dijî Federasyona Rûsiyê û şandina çek û sîlehên sivik û giran bo Kiyêvê, ne tenê di warê rawestandina şerê Ukryanê de pêngavek ranekirin, belkî şerê li vî welatî hîna gurtir jî kirin.

 Rûsiyê bi caran ragihandiye ku şandina çek û sîlehan ji aliyê welatên rojavayî bo Ukryanê dibe sedem kêşeya li vî welatî dirêjtir jî bibe û dûhatên pêşbînînekirî bi dû xwe re bîne.

 

Serepeyv