Kanûn 29, 2022 14:20 Asia/Tehran

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê di daxûyanîyeke bi boneya ’Nehê Dêyê’ û salroja şehîdbûna serdar Silêmanî, dijmin hişyar û ragihand: “Li himber her cure şaşitîya ihtimalî ya dijmin dê bersiveke vebirr bê dayîn.”

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê şeva buhurî di vê daxûyanîyê da tevî rêzgiritna li hemaseya mayînde ya gelê Îranê di 30ê Kanûna sala 2008an da û salroja şehîdbûna alahilgirê Bereya Berxwedanê sipehbod şehîd Hecî Qasim Silêmanî, ev boneya dîrokî derfeteke baş ji bo ravekrina cihadê ji bo agahbûna zêdetir û sekinîna himberî komplo û fitneyên dijminan di şerê hevdudanî û mêdyayî da zanî.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Gelê Îrana Îslamî yê bawermend, zane û peyrev û wefadarê rêberê xwe di 30ê Kanûna sala 2008an da bi armanca berevanîya ji Înqilaba Îslamî û qedir û qîmeta îmam Hisên (S) bi xîreta aşûrayî rê neda dijmin bilive û bi amadebûna xweristî, hemasî û mayînde fitne û fitnekar ji holê rakirin û ji cîhanê ra nîşan da ku pabendbûna vî gelî bi meseleyên dînî û nirxên meinewî û wefadarîya wan himber rêvebirê dînî û dozên îmam Xumeynî (RE) û hezretê Ayetullah Xamineyî wek pêşengên Înqilaba Îslamî sist nabe.

Di beşeke din a vê daxûyanîya Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê da amajeyî ajaweyên vê dawîyê li Îranê, stratejîya sereke ya dijminan di bûyerên çend mehên buhurî da, şerê naskirin û medyayî yê bi armanca bandordanîna ser hiş û mejîyê ciwan û nûgîhayan hatîye kirin û wiha hatîye: Dijminên pergala islamî careka din di çarçova fitneyeke nû da bi heceta berevanîya derew ji mafên jinan, bi merema rûxandina hikûmetê û propagandaya reş têkildarî navber û cidatîya nivş, etnîk û mezheban, birêxistina nakokî û bêtifaqîyan di nava civakê da, belavkirina nûçeyên derew derheq kuştina merivên ku nehatine kuştin û şehîdkirina berevanên ewlehîyê, hemî karîn û potansîyelên xwe xistin dewrê ta ku welêt aloz bikin.

Di dawîya vê daxûyanîyê da wiha hatîye: Şîdeta berfire di demeke kurt da li deverên curbicur ên welêt û bernamesazîya berfire ya medyayên dijmin nîşan da ku ew ajawe hatine rêkxistin lê ev komploya dijminan jî wek komplo û fitneyên berê bi saya haydarbûn, hişyarbûn û berxwedana gelê Îrana îslamî yê bixîret û wefadarê rêberê xwe hat pûçkirin.

 

 

Serepeyv