Kanûn 27, 2022 19:08 Asia/Tehran

Nuneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand: "Wezîrê Darayîyê ne berbendê ser rêya şandina dirêv bo Herêma Kurdistana Iraqê ye".

Serokê Nuneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê derbara çarenûsa 400 milyar dînarê ku Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê fermana şandina wê bo Herêma Kurdistanê dabû da, ragihand: Wezîrê Darayîyê ne astengek ser rêya şandina vî diravî ye belkî dema qonaxên idarî û darayîyê bi dawî bên, ev dirava dê bê şandin.

Serokê Nuneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê, Îsa Faris ji medyayên nêzîkî PDK’yê ra got: Qonaxên idarî yên şandina vî diravî bi dawî hatine û ev dirava dê bo Herêma Kurdistanê were şandin û gotegotên derbara neyartîya Wezîrê Darayîyê himberî şandina vî diravî derew in.

Faris Îsa herwiha got: Belavkirina gotgotan ne rast e, fermana şandina vî diravî ji Desteya Wezîran ra hatîye dayîn, ma dibe fermana derheq Desteya Wezîran were ibtalkirin? Bilekis dema ku qonaxên idarî bi dawî hatin, ew dirava yê bêyî pirsgirêk bo Herêma Kurdistanê were şandin.

Di 13ê vê mehê da mêdyayan destnivîsa Serokwezîrê Iraqê weşand ku tê da fermana dabînkirina miaşê karmendên hikûmetê da û biryar hat dayîn ku 400 milyar dînar yên mehên 11 û 12 ji bo dayîna miaşê karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê were şandin lê heta nika nehatîye şandin.

Çend parlimanterên kurd jî berî vîya ragihandibû ku Wezîrê Darayîyê yê Iraqê ne digel fermana Sûdanî da ye û rê li ber şandina wî diravî digire, hevgavê vê yekê hat ragihandin ku hejmarek parlimanterên şîe doz û gilînameyek dijî Mihemed Şîya Sûdanî ji ber wê fermanê amade kirine.

Serepeyv