Hişyariya Bexdayê bo komên cudatîxwaz: Ji axa Iraqê derkevin
Endamekî payebilind li Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê ragihand ku dewleta federal a Iraqê peyameke hişyariyê daye komên cudatîxwaz li Herêma Kurdistana vî welatî.
Turkî Ced'an endamê payebilind ê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê roja bihurî got: Dewleta Bexdayê bi nîgeranî gurrbûna pirsgirêkên ku sebeba wan partî û tevgerên çekdar ên bicihbûyî li Herêma Kurdistana Iraqê ne dişopîne, ji ber ku van koman axa Iraqê kiriye qada şerê çekdariyê li dijî hin welatên cînar.
Turkî Ced'an bi gotina vêya ku ev partî û tevger di pratîkê da bandorê li pêvajoyên ewlehiyê yên Iraqê dikin, got: Bexdayê peyameke nihênî ji bo hinek ji van partiyan şandiye û ragihandiye ku ew ê li hemberî tiştê ku diqewime bêdeng nemîne û mafê xwe yê berevaniya ji serweriya xwe hebe.
Li gorî gotina Ced'an, Di peyama ku dewleta Iraqê ji van koman şandiye da, ji van komên cudatîxwaz hatiye xwestin ku baregehên xwe vala bikin û çalakiyên xwe veguhezînin derveyî sînorên Iraqê.
Piştî hişyarîdan û êrîşa Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ser baregehên komên cudatîxwaz li Herêma Kurdistana Iraqê, Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê hin tevdîr ji bo ewlehkirina sînorên hevpar digel Îran û Tirkiyê û pêşîgirtin li bicihbûna komên cudatîxwaz li van navçeyan pêk anîne.
Beriya vêya, Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê qala destpêbûna êrîşên nû yên bi mûşek û xwefirran ji aliyê Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuhedayê (S) ji bo jinavbirina baregeh û navendên mayî yên komên terorîst ên cudatîxwaz li bakurê Iraqê kiribû.
Serdar Muhemed Pakpûr Fermandeyê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî piştî pêkhatina vê operasyonê ragihand: Di dewama operasyonên mûşekî û xwefirran ên ji aliyê Hêza Bejahiyê ya Sipahê da, dora nû ya operasyona têkoşerên Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuhedayê bi giraniyeke bibandor li dijî baregeh û navendên bicihbûn û birêxistinkirinê yên şerûtên çekdar û terorîstên kirêgirtiyê îstikbara cîhanî li kûrahiya axa Iraqê hat destpêkirin û derbeyên giran li wan ketin.