Kanûn 24, 2022 15:35 Asia/Tehran
  • Dabînkirina ewlehiya sînoran; ewlewiyeteke girîng ji bo dewleta Iraqê

Berdevkê Hêzên sînorvaniya Iraqê ragihand ku 200 meqerên nû li ser sînorên di navbera Îran û Tirkiyê hatine çêkirin.

 Navçeyên sînorî navbera Îran - Tirkiyê û Herêma Kurdstana Iraqê ji van navçeyan in ku komên terorîst û cudatîxwaz dijî ewlehiya van welatan dixebitin.

 Îran û Tirkiyê heta niha bi caran nerazîbûna xwe derbarê vê yekê ji dewleta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî re ragihandiye. 

 Ji ber ku dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana Iraq karek ji bo rawestana li ber terorîstan li Herêmê nekiriye, dewletên Îran û Tirkiyê carinan bi bombebarankirina meqerên komên terorîst, berevaniya ewlehiya xwe dikin. 

 Helbet hinek rayedarên iraqî jî li xwe mukir hatine ku axa vî welatî li aliyê bakur dijî ewlehiya Îranê tê bikaranîn. Weke mînak, Mehdî Teqî Amirlî, Hewahengkirê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê li parlemana Iraqê ev mijara piştrast kir û got: Dewleta Sûdanî, ser meseleya dosyeyên sînoran bi Îranê re cidî ye. 

 Li gor raporên curbicur, hinek terorîstên cudatîxwaz ji Herêma Kurdistana Iraqê va derbasî nav axa Îranê bûne û bi şandina çek û sîlehan bo nav Îranê destê wan di gurrtirkirina bêewlehiyan û veguhertina nerazîbûnan bo ajawegêriyan De hebûye.

 Muhemed Kazim Alê Sadiq, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê derbarê vê yekê de got: Îranê zêdetirî 70 belge derbarê bicihbûna komên terorîstî yên çekdar li Herêma kurdistana Iraqê raberî berpirsên Hewlêrê kirine. 

 Karwan Xoşnav, Berdevkê Hêzên Sînorvaniya Iraqê derbarê kiryarên nû yên sînorvaniyê bo xurtkirina ewlehiya sînorên Iraqê tev welatên cîran got: Biryar e 200 meqerên nû li navçeyên sînorî navbera Herêma Kurdistana Iraqê- Îran û Tirkiyê werin çêkirin û çêkirina van meqeran bo parastina sînorên hevpar û girtina pêşiya derbasbûna neqanûnî ya komên çekdar cih tê. 

 Bê şik Îran û Iraq gelek girîngiyê didine berfirehkirina peywendiyên dualî û pêngava Bexdayê bo fehmkirina xwestekên ewlehiyê yên Îranê û xurtkirina ewlehiya sînorî dikare rewşê ji bo berfirehkirina peywendiyan xweş bike. 

Serepeyv