Kanûn 20, 2022 19:09 Asia/Tehran
  • Civîna 'Baghdad-2'ê û tekeziya li ser hevkariya navçeyî digel Iraqê

Civîna 'Baghdad-2'ê îro li Urdinê dest pê kir û aliyên beşdar di vê civînê da tekez kir ku ew ê hevkarî û hevahengiya xwe digel Iraqê bidomînin.

Civîna 'Baghdad-2'ê îro anku 20ê Kanûna 2022an bi beşdariya cînarên Iraqê li Emana paytexta Urdinê dest pê kir.

Behreyn, Oman, Misir, Erebistan, Imarat, Qeter, Tirkiye, Îran, Iraq û Fransa welatên beşdar di vê civînê da ne.

Li gorî rapora malpera Baghdad Al-Youm'ê, Kesên beşdar di Civîna 'Baghdad-2'ê da dê berfirehkrina mekanîzmên hevkariya navçeyî tev Iraqê di warên cûr bi cûr da vekolînin da ku pêkhatî ji têkoşîna dijî terorîsmê, ewlehiya xwarekê, av û enêrjî û warên din e ku dikarin bibin sebeba piştevaniya ji vî welatî.

Ebdullahê Duyem paşayê Urdinê di civîna ku navbera Muhemed Sûdanî serokwezîrê Iraqê û Ebdulfetah Sîsiyê serokkomarê Misirê da hat lidarxistin, got: Aramiya Iraqê hêmana bingehîn ji bo navçeya me ye. Tekeziya me li ser piştevaniya ji hewlên Iraqê ye û em ji bo ewlehî û hakimiyeta wê û hevkariya navçeyî piştgirî dikin.

Sûdanî jî tekez kir: Dewleta Iraqê li pey şirîkatiyên navçeyî û navneteweyî li gorî berjwendiyên hevpar e. Em li ser vê bawerê ne ku di qonaxa niha da mijara herî pêşî, zêdekirina hevkariya navbera welatên me ye.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vêya ku divê em hewildana hevpar ji bo têkoşîna dijî ramana zêdegav bidomînin, got: Me dil heye digel cînarên xwe yanî Îran û Tirkiyê hewleke cidî hebe da ku rêya herî baş ji bo rêveberiya çavkaniyên xwe yên avê bi awayê hevpar peyda bikin. Iraq hewil dide hevkariyeke hevseng digel hemî şirîkên navçeyî û navneteweyî pêk bîne.

 

Serepeyv