Kanûn 05, 2022 18:38 Asia/Tehran
  • Nûnerê parlimana Ewropayê: Brûkselê roleke girîng di dewama şerê Ukraynê da heye

Nûnerekî Îrlendê li parlimana Ewropayê got: Yekîtiya Ewropayê roleke girîng di dewama şerê navbera Rûsiye û Ukraynê da heye.

Di halekî da ku şerê Ukraynê derbasî meha nehem bûye, Mick Wallace ji nûnerên Îrlendê li Parlimana Ewropayê îro di twîtekê da nivîsî: Me şer teşwîq kiriye û ti hewlek ji bo pêkhatina aştiyê nekiriye ku ev yek bûye sebeb hejamreke zêdetir a ukrayniyan bên kuştin û binesaziyên vî welatî zêdetir wêran bibin.

Di dewama vê twîtê da hatiye, Ewên ku şêrr hêsan dikin divê bi alîkariyên bêberdêl û ne bi deyndanê, alîkariya ji bo nûvandinê bikin.

Komîsiyona Ewropayê derdora mehek beriya niha hûrgiliyên pakêta piştgiriyê ya 18 miliyar Euro bo Ukraynê di rewşekê da weşand ku hêvîdar e ji aliyê welatên endamê Yekîtiya Ewropayê va were piştrastkirin.

Hevdem ajansa Deutsche Welle'ya Almanyayê nivîsî, kiryara Yekîtiya Ewropayê ya kirrîna nifta Rûsiyê, ti bandorekê li aboriya vî welatî nake.

Bi dstpêbûna qonaxa yekem a boykotên Yekîtiya Ewropayê li ser nifta xav û berhemên niftê yên Rûsiyê ji roja 5ê Kanûnê va, welatên ewropî kirrîna nifta xav a deryayî ji Rûsiyê radiwestînin.

Deutsche Welle'yê nivîsî: Îhtimala vê hindik e ku sînordanîna Ewropayê ji bo kirrîna nifta Rûsiyê derbeyekê li rewşa Rûsiyê ji hêla aborî xîne, ji ber ku Mosko niha nifta xwe bi bihayê derdora 60 dolarî ji bo her bermîlekê difiroşe.

Ji aliyê din va, Olaf Şûltz serokwezîrê Almanyayê hişyarî da; Tevî hemî nakokiyan qutkirina tam a gotûbêja bi serokkomarê Rûsiyê ra şaşitiyeke mezin e.

Wî tevî mukir hatina li ser vêya ku qutkirina gotûbêja bi Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê ra şaşitiyeke mezin e, ji Emmanuel Macron serokê Fransayê xwest ku wek Koma 7'ê (G7) li dû gotûbêja dubare bi Pûtîn ra be.

Kovara Politico ya Çapa Amerîkayê jî di raporekê da bal kişande ser dirêjbûna şerê Rûsiye û Ukraynê nivîsî: Serokên pêşeyên berevaniyê yên Amerîkayê tûşî pirsgirêka dewama alîkariyên çekan bo Ukraynê ji ber valabûna depoyan bûne.

 

Serepeyv