Kanûn 04, 2022 19:00 Asia/Tehran
  • Tirkiye hewil dide peywendiya bi Rejîma Siyonîst re normal nîşan bide

 Di rewşa ku piraniya Welatên Îslamî û her wiha gelê Tirkiyê yê misilman kiryara ecêb a Receb Teyîb Erdoxan di warê destpêkirina peywendiya bi Rejîma Siyonîst re şaş dizanin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje: Hevgavê normalkirina peyweniyan bi Îsrayîlê re, berevaniya berjewendî û armancên gelê Filistînê yê bindest jî dike.

 Çawûçoglû Wezîrê derve yê Tirkiyê di axiftinekê de li paytexta Îtalyayê got: Eva ku normalkirina peywendiyên Tirkiyê bi Îsrayîlê re xeyaneta li meseleya Flistînê were zanîn şaş e, ji ber ku normalkirina peywendyên Tirkiyê bi Îsrayîlê re ser xêra her du aliyan û ser xêra hemî navçeyê ye. Helbet Çawûşoglû tevî şiroveyên xwe yên vê dawiyê negot ku ev beşa liv û tevegrên Tirkiyê ji bo normalkirina peyweniyan bi Rejîma Siyonîstî re dê çi xêreke xwe bo gelê Filistînê yê mezlûm hebe. Eva di halekî de ye ku piştî plana normalkirina peywendiyên her du aliayn, Rejîma Siyonîst wek yekim şertê xwe ji dewleta Erdogan xwest ku bila xebata saziyên filistînî yên li Tirkiyê rawestîne û wer tê xûyanê dewleta Erdogan jî di vî warî de demlidest ketiye tevgerê.

 Sercem divê were gotin Tirkiye wek yek ji yekim welatên ku Rejîma Siyonîst bi fermî nas kir, tim siyasetên dijhev li hemberî gelê Filistînê yê mezlûm girtine ber xwe.

 Peywendiyên Tirkiyê tev Rejîma Siyonîst raboriyeke dirêj heye û vedigere ser pêkhatina vê rejîma talanker.

 Hema ji destpêa pêkhatina Rejîma Siyonîst va, siyasetên dijhev û bi durûtî di peywendiyên navbera Tirkiyê û vê rejîmê de tên dîtin û ev dijhevî piştî bidesthilatbûna AKP'yê şikleke nû bi xwe ve girtiye.

 Wer tê xûyanê serokên AKP'yê bona rakirina hemî berbendên ser rêya bijartina dubare ya Erdogan bo posta serokkomariyê û çareserkirina qeyrana niha li vî welatî di warê aborî de, dest bi normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re û pînekirina liv û tevegrên siyasî yên rayedarên tirk kiriye.

 

Serepeyv