Mijdar 26, 2022 16:22 Asia/Tehran
  • HSD'yê bîlançoya êrişên artêşa Tirkiyê ya 25'ê Mijdarê aşkira kir

HSD'yê diyar kir ku êrişên artêşa Tirkiyê di roja 6'an de dewam kirin û 77 gund û bajarok hatine bombebarankirin.

 

Li gorî nûçeya Hawarnews'ê (ANHA), Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ser bi Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe bîlançoya êrişên artêşa Tirkiyê ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe da ragihandiye: "Di roja şeşemîn a êrişan de, artêşa Tirkiyê zêdetirî 77 gund, bajarok û navendên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

Vê navendê ragihandiye: Encama êrişên saetên dawîn ên roja pêncşemê 24'ê Mijdarê û her wiha encamên roja înê 25'ê Mijdarê ev in:

24'ê Mijdarê

Herêma Cizîrê:

Amûdê: Eniya Zirgan bi 8 obus û 6 hewanan hat topbarankirin.

Li gundê Bobê hewldana êrişa çeteyan hat têkbirin. Di pêvçûnê de 2 çete hatin kuştin. Piştî pêvçûnê çalakiyeke bi çekên giran li hember çeteyan hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çete hatin kuştin. Bi giştî 6 çete hatin kuştin.

Qamişlo: Gundên Zorava, Xiwêtla, Mele Ebas, Şelûmiyê bi 7 obusan hatin topbarankirin.

Til Temir: Gundên Tewîla û Gozeliyê bi 14 obusan hatin topbarankirin.

Herêma Firatê:

Kobanê: Gundên Cîşan, Goran, Xirbîsan, Zorava, Til Ehmed Mûnîr bi 11 hewan, 2 guleyên tankan hatin topbarankirin.

Girê Spî: Gundên Tepê Xan, Xalidiyê û gaziya Terad bi obus û tankan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa - Tirwaziye: Bajarokên Um El Beramîl bi 3 obusan hat topbarankirin.

Minbic: Gundên Elyanlî, Korheyuk, Ewn Dadat, Hoşeriye, Boxaz û Seyada bi 18 hewan û 5 obusan hatin topbarankirin.

25'ê Mijdarê

Herêma Efrînê: Gundên Samûqa, Til Ziwan, Til Madiq, Til Cîcan, Im Hûş, Minnix, Eyn Deqnê, Nêrebiye, Bêluniye, Dêrcimel, Şêx Îsa, Girê Meyasê, Merenaz, Şewerqa, Malikiye, Soxaneke, Qinêtirê, Girê Bênê, Tatmaraş, Tinnib, Elqemiyê, Îrşadiyê û bajarokê Til Rifat bi 406 obus, 39 hewan, 350 bombeyên bombeavêjan hatin topbarankirin.

Herêma Cizîrê:

Til Temir: Gundên Dirdara, Til Tewîl û Tewîla bi obusan hatin topbarankirin.

Hol: Li Kampa Holê hemwextî gera balafirên keşfê yên Tirkiyî, komek çete reviyan û piştî demek kurt ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.

Herêma Firatê:

Kobanê: Gundên Zormexar, Cîşan, Goran, Xirbîsan, Ziyaret, Qeremox, Til Şeyîr, Siftek, Kor Elî, Çarixlî, Xerab Eto  Girê Miştenur û bajaroka Şiyux Foqanî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Girê Spî: Gundên Huşan, Seyda, Ebdokê, Ebû Kurdo, Dibis, Koberlik, Îbrahîm Kurdî û rêya M4 a navneteweyî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Eyn îsa: Gundê Siwêdiya bi 5 obusan hat topbarankirin.

Minbic: Çiyayê Hemam, gundên Hoşeriye, El Cat, Korheyuk, Seyda, Ewn Dadat, El Yanelî bi 15 hewan û 12 obusan hatin topbarankirin.”

 

 

Serepeyv