Mijdar 22, 2022 18:10 Asia/Tehran
  • Rapor - Bertekên navneteweyî li dijî êrîşên Tirkiyê ser bakûr û rojhilatê Sûriyê

Pentagonê, diyar kir ku êrişên hewayî yên Tirkiyê gefek li armanca têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dixwe, parlimana Ewropa û Rûsyayê jî bang li Tirkiyê kir ku gavên zêde neavêje. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezpotamyayê (MA), Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Rûsya û Almanyayê, têkildarî êrişên artêşa Tirkiyê yên bi bialafirên şer di 20’ê mijdarê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma

Kurdistana Iraqê dane destpêkirin daxuyanî dan.   

PENTAGON: "EV ÊRÎŞ JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê GEFEK E" 

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, Pentagonê di daxuyaniya ku nivîskî da de wiha got: “Wezareta Parastinê li dijî hemû çalakiyên leşkerî ku rewşa Sûriyeyê bêîstîqrar dike û bi hikumeta Iraqê re nehatiye koordînekirin derdikeve. Ev çalakiyên wiha gefan li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê dayîn dixwe.” 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Em bang li Tirkiyê dikin ku rageşiya li Sûriyeyê kêm bike. Em li dijî çalakiyên leşkerî yên serweriya Iraqê binpê dikin û bi wê re nehatine koordînekirin derdikevin.” 

RÛSYA Û FRANSAYÊ JÎ DAXUYANÎ DAN 

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîna Colonnayê jî têkildarî êrişên artêşa Tirkiyê wiha got: “Ne cara ewil e ku Tirkiye êrişî dewleteke din dike. Her carê em fikarên xwe tînin ziman û banga hestiyariyê dikin. Em fikarên Tirkiyê fêm dikin lê wiha nayên çareserkirin.” 

‘JI ÊRIŞAN AGAHIYA ME NÎNE’ 

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Alexander Lavrentyev jî diyar kir ku artêşa Tirkiyê beriya êrişê tu agahî nedane wan û wiha got: “Em bang dikin ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin û Tirkiye gavên zêde neavêje.” 

ALMANYA: "WINDAHIYÊN SIVÎLAN BIFIKAR IN" 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Chrîstopher Burger jî wiha axivî: “Em bang li Tirkiyê dikin ku rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigire. Ev yek bi taybetî parastina sivîlan digire nava xwe. Û piştî êrişên Tirkiyê windahiyên sivîlan gelek bifikar in.” 

"EM Tirkiyê VEDIXWÎNIN GAVEKE ZÊDE NEAVÊJE" 

Seroka Parlimana Ewropayê (PE) Roberta Metsola ku di vekirina civîna Lijneya Giştî ya PE’yê kul i bajarê Strasbourg ê Fransayê hate lidarxistin de axivî, diyar kir ku êrişên artêşa Tirkiyê dibin sedemê xwîn rijandinê û wiha bang kir: “Em bang li meqamên tirk dikin ku gaveke zêde neavêjin û rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigirin.” 

 

Serepeyv