Mijdar 07, 2022 08:50 Asia/Tehran
  • Dewama êrîşên Tirkiyê bi xwefirran li ser axa Sûriye û Iraqê

Di halekî da ku çavkaniyên sûrî duh qala êrîşa artêşa Tirkiyê ya bi xwefirran li ser Reqa û Qamişloyê kir, çavkaniuyên iraqî jî ragihand ku balefirên şêrr ên Tirkiyê rêzeçiyayên Metînayê li parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîsmê ji derdora du sal û nîv beriya niha hin navçeyên bakûr û bakûr-rojhilatê Sûriyê dagir kirine û komeke leşkerên tirkiyeyî hema wisa li van navçeyan in.

Li gorî rapora IRNAyê, Xwefirra artêşa Tirkiyê rawestgeha lêgerînê ya ser bi mîlîtanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundê El-Ertwaziyeyê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê li bakûrê Reqayê da ber êrîşê. Li gorî vê raporê, di encama vê êrîşê da endamekî HSD'yê hat kuştin û 2 endamên din jî bi giranî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ji sala 2016an va çar hezar kîlometereyên çarkunc ji axa Sûriyê ji wan Efrîn, El-Bab, Cerablus û E'zazê dagir kiriye.

Ji aliyê din va, Enqereyê bi kiryareke neqanûnî ji bo paşvebirina hêzên HSD'yê ji navçeyên sînorî yên parêzgehên Reqa û Hesekeyê, operasiyona leşkerî ya bi navê Kaniya Aştiyê li bakûrê Sûriyê heta kûrahiya 23 kîlometreyî li nav axa Sûriyê dest pê kir û niha zêdetirî 100 baregehên leşkerî yên neqanûnî li bakûrê Sûriyê ava kirine û Şam vî karê Tirkiyê wwek dagirkerî dizane.

Kanala El-Meyadînê jî bi nûçeyekê ragihand: Balefirên şêrr ên Tirkiyê duh bi behaneya êrîşa li ser baregehên PKK'yê, rêzeçiyayên Metînayê li parêzgeha Dihokê ya bakûrê Iraqê bombebaran kirin.

Komên Berxwedana Iraqê jî bi caran Tirkiye hişyar kiriye ku divê ji axa vî welatî vekişe û ew ê operasiyona berxwedanê heta derxistina gişt leşkerên Tirkiyê bidomînin.

Dewleta Şamê di nameyekê da bo Sekreterê gişt ê NY û serokê dewreyî yê Konseya Ewlehiyê ya NY nerazîtiya xwe derheq biryara Tirkiyê ji bo êrîşa leşkerî ser axa Sûriyê diyar kiriye.

 

Serepeyv