Mijdar 01, 2022 14:42 Asia/Tehran
  •  Rapor - Li Herêma Euro'yê enflasyonê di Cotmehê da rekor şikand

Li Herêma Euro'yê di Cotmehê da enflasyona salane bi tesîra zêdebûna bihayê enêrjiyê derket ji sedî 10.7ê û rekor şikand.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Ofîsa Îstatîstîkê ya Ewropayê (Eurostat) daneyên enflasyona salane ya Herêma Euro'yê ya Cotmehê weşand.

Li gor daneyan, li Herêma Euro'yê enflasyona salane di îlonê da ji sedî 9.9 bû, di Cotmehê da derket ji sedî 10.7ê.

Li Herêma Euro'yê herî zêde ji sedî 41.9ê va enêrjî zêde bû.

Enflasyon di Cotmehê da li Estonyayê ji sedî 22.4, li Litvanyayê ji sedî 22, li Letonyayê ji sedî 21.8, li Hollandayê ji sedî 16.8, li Slovakyayê ji sedî 14.5, li Belçîkayê ji sedî 13.1, li Îtalyayê ji sedî 12.8, li Almanyayê ji sedî 11.6, li Awusturyayê ji sedî 11.5, li Portekîzê ji sedî 10.6, li Slovenyayê ji sedî 10.3, li Yûnanistanê ji sedî 9.8, li Îrlandayê ji sedî 9.6, li Luksemburgê ji sedî 8.8, li Rêvebiriya Rûm a Qibrisa Başûr ji sedî 8.6, li Fînlandiyayê ji sedî 8.3, li Maltayê ji sedî 7.5, li Îspanyayê ji sedî 7.3 û li Fransayê ji sedî 7.1 pêk hat.

Li 11 welatên Herêma Euro'yê reqamên enflasyonê bûne cot, li 3 welatan jî ji sedî 20 derbas bû.

Aboriya Herêma Euro'yê di çaryeka sêyem da ji sedî 0.2 mezin bû

 Aboriya Herêma Euro'yê di çaryeka sêyem da li gor çaryeka duyem ji sedî 0.2 mezin bû.

Ofîsa Îstatîstîkê ya Ewropayê (Eurostat), li ser rêjeya pêşketina aboriyê ya çaryeka sêyem a sala 2022an a Yekîtiya Ewropayê (YE) û Herêma Euro'yê daneyên pêşîn weşand.

Li gor daneyan, li Herêma Euro'yê ku 19 endamên wê hene, Dahata Navxweyî ya Nesafî û neplankirî di çaryeka sêyem a salê da li gor çaryeka duyem ji sedî 0.2 zêde bû. Dihat hêvîkirin ku ji sedî 1 zêde bûya.

Li Herêma Euro'yê Dahata Navxweyî ya Nesafî di çaryeka sêyem a 2022yê da  li gor heman heyama 2021ê ji sedî 2.1 zêde bû.

Li YEyê Dahata Navxweyî ya Nesafî ya neplankirî di çaryeka sêyem a salê da li gor çaryeka beriya xwe ji sedî 0.2, li gor heman heyama par jî ji sedî 2.4 zêde bû.

 

 

Serepeyv