Cotmeh 31, 2022 15:47 Asia/Tehran
  • Rapor -  Hûrgiliyên nû ji lihevkirina neftî û gazî di navbera Îran û Rûsiyê da

Alîkarê dîplomasiya aborî li Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi derfeta veguherîna Îranê bo Hub'a Gazê li navçeyê got: Senaryoya Îranê ji bo ticareta gazê digel Rûsiyê, kirrîna gazê ji vî welatî û piştra firotina gaza Îranê bo welatên cînar e.

 

Mehdî Seferî, Alîkarê dîplomasiya aborî li Wezareta karên derve ya Îranê  tevî amajeya bi potensiyelên hevkariya Îran û Rûsiyê, got: Derdora 6.5 miliyar dolar ji têgihîştinnameya Îranê û Kompaniya Gasproma Rûsiyê bûye girêbest.

Seferî got: Em hêvîdar in ku têgihîştinnameyên ku bihayê wan bi qasî 40 miliyar dolarî ye di yek meha din da bibin girêbest.

Alîkarê dîplomasiya aborî li Wezareta karên derve ya Îranê got: Girêbesta Suap'a gaza Rûsiyê jî digihêje qonaxa dawiyê.

Seferî her wiha got: Bi zûtî kompaniyeke hevpar di navbera Îran û Rûsiyê da ji bo avakirina boriya veguhestina gazê bo welatên derdora Kendava Farisê û Deryaya Omanê jî tê avakirin ku pişk û para du welatan sedî 50 ye û ûris teknolojiya taybet a çêkirina boriya deryayî di vê projeyê da bi kar tînin.

Îran û Rûsiyê di warên dualî da bi taybet peywendiyên aborî, leşkerî û ewlehiyê, her wiha derbarê mijarên navçeyî û navneteweyî weke têkoşîna li dijî yekalîtîşopiya Amerîkayê berjwendiyên stratejîk ên hevpar hene û ev ji hokarên sereke yên hevkariya nêzik di navbera du welatan di saên dawî da bûye.

Li gorî nûçeyeke din, Mehdî Pûrazadî alîkarê rêveberiya lêkolîn û rêxistinên navneteweyî yê Banka Navendî ya Îranê tevî amajeya bi gotûbêjên berfireh di navbera bankên navendî yên Îran û Rûsiyê di salên derbasbûyî da, got: Dibe ku hevtêgihîştinên du welatan di civîna bê da bigihêje qonaxa dawiyê.

Nesrullah Îbrahîmî serperestê Sekreterxaneya Konseya Bilind a Navçeyên azad ên ticarî-pêşeyî û taybet-aborî ya Îranê jî qala hevkariya Îran û Rûsiyê ji bo tayînkirina navçeyên azad ên hevpar di şanzdehemîn civîna aborî ya Îran û Rûsiyê da kir.

Her wiha wezîrê neftê yê Îranê wek serokê Komîsiyona hevpar a aborî ya Îran û Rûsiyê îro diçe Moskoyê da ku beşdarî şanzdehemîn civîna Komîsiyona hevpar a aborî ya Îran û Rûsiyê bibe.
 

Serepeyv