Cotmeh 22, 2022 08:08 Asia/Tehran
  • Rakirina boykotên dijî Îranê; rêkara herî baş ji bo çareserkirina qeyrana enêrjiyê li cîhanê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bidawîhatina zorbêjiya Amerîkayê û rakirina boykotên li dijî Îranê ji bo kontrolkirina qeyrana enêrjiyê li cîhanê pêwîst zanî.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja Înê tevî amajeya bi biryara OPEC'ê ji bo kêmkrina berhemanîna neftê ku dibe sebeba zêdebûna bihayê Zêra Reş, got: "Eger hûn dixwazin biahyê neftê dakeve, boykotên li dijî Îranê rakin."

Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê karên derve yê Tirkiyê tevî amajeya bi gefxwarina li Erebistanê ji aliyê Amerîkayê ji ber biryara bo kêmkirina behemanîna neftê, got: Em dibînin ku welatek (Amerîka) ji ber vê yekê gefê li Erebistanê dixwe. Ev zorbêjî ne durist e.

Wî her wiha tevî rexnekirina ji boykotên sepandî li dijî Îranê, got: "Boykotên sepandî li dijî Îranê rakin, eger hûn dixwazin ku bihayêneftê li seranserî cîhanê dakeve. Bi gefxwarina li welatekî (Erebistan) hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin."

Di halekî da ku kêmkirina asta firotina neft û gaza Rûsiyê bo bazarên cîhanî û welatên ewropî - piştî boykotên neftê li ser Îranê - bûye sebeba zêdebûna bihayê enêrjiyê, OPEC Plus'ê bi rêbertiya Erebistanê daxwaza Waşîngtonê ji bo zêdekirina berhemanîna neftê nepejirand û Joe Biden serokomarê Amerîkayê derbarê vê biryarê Riyaz hişyar kir. Wîheta Riyaz tawanbar kir ku bûye hevkarê Moskoyê.

Hêjayî gotinê ku qeyrana enêrjiyê li cîhanê di bereberê demsala sir û sermayê da Ewropa tûşî pirsgirêka cidî aniye û her çend ku welatên rojavayî heta niha  gihîştine bijardeya yekem ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê yanî rakirina boykotên dijî Îranê, lê ji ber lawaziya siyasî ya welatên ewropî, heta niha ev rastî mumkin nebûye û heta karzanên warê enêrjiyê li Ewropayê jî hişyarî daye ku eger heta hatina zivistanê çareseriyek ji bo qeyrana neft û gazê li welatên ewropî neyê krin, zivistana îsal ji bo welatên ewropî di rewşa sermayê da dê trajedîk be.

Welatên Rojavayî bi taybet amerîkî hertim boykotan wek amûrek li dijî welatên cîhanê yên serbixwe bi kar tînin. Lê ev boykot, di nav da jî boykotên sepandî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi behaneyeke weke Bernameya Navokî ya aştiyane ya Tehranê, ziyan gihandiye welatên cîhanê û heta welatên rojavayî tûşî kêşeyê aniye û tîne.

Serepeyv