Tebax 02, 2022 11:52 Asia/Tehran
  •  Rapor - Bîlançoya meha borî ya binpêkirinên Artêşa Tirkiyê li Efrîna dagirkirî

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê di dirêjahiya mehekê de 43 welatî revandin, ji wan 5 kesên temenmezin, 4 jin hene, her wiha 3 hezar û 300 dar birîn. Li navçeya Cindirêsê jî avahiyên mêtingeriyê lê kirin û 5 kes li herêma Efrîn a dagirker jî qetil kirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê hîn jî li dijî şêniyên Efrîn û xwezaya wê sûcan pêk tînin û bi wê re armanc dikin ku nasnameya kurdî tune bike û siyaseta tirkkirinê pêk bîne da ku herêmê ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.

'43 WELATÎ HATINE REVANDIN, JI WAN 4 JIN IN'

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û çavkaniyên xwecih ragihand ku Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê di meha Tîrmehê ya derbasbûyî de, li herêma Efrînê ya dagirkirî 43 welatî revandin, ji wan 5 kesên temenmezin û 4 jin hene.

Li navçeya Cindirêsê û gundên wê MIT'a Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê yên "polîsên leşkerî", "Sultan Murad" û "ewlehiya siyasî" 9 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin jî ev in: Remzî Şêx Mihemed Mehmûd (32), Ebdulnîzar Xelîl (24), Mihemed Ciwan Mihemed (28), Ebdurehman Omer Hesen, Mihemed Hesen (27), Mehmûd Elî Hesen (30), Firzet Mihemed Mehmûd (28), Ebdo Mehmûd Derwîş (31), Mihemed Xelîl Riyad (26).

Li navenda bajarê Efrîn, navçeyên Raco û Şêra her wiha gundên wan jî MIT'a Tirkiyê û çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" û "polîsên leşkerî û sivîl" 17 welatî revandin, ji wan 4 kesên temenmezin.

Navên kesên hatine revandin jî ev in: Mistefa Kemal Mihemed, Rifet Ehmed Zenkî, Xelîl Hekîm, Elî Şêx Ehmed (65), Horîk Dawûd (69), Muslim Mihemed Elo, Mistefa Murad Zîbar (65), Osman Henan (70), Hemûd Mistefa (38), Fewzî Murad, Ebdulhadî El-Omer, Basil Mihemed Nasir (30), Mihemed Emîn, Mistefa Selîm Hisên (38), Menan Selîm Hisên (52), Hisên Hedik û Mistefa Mihemed (28).

Li navçeyên Şêrawa û Mabata û gundên wê jî MIT'a Tirkiyê û çeteyên "Polîsên leşkerî", "Ehrar El-Şam", "Hemzat" û "Mihemed Fatih" 17 welatî revandin, ji wan 4 jin in.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mesûd Izedîn Birîmo (53), Seydo Reşad Elî (37), Henan Omer Misto (35), Hadî Ednan Misto (34), Mihemed Hemîd Nasir (58), Hisên Ebûd Hemo (45), Ehmed Ebdo (30), Adil Bêrem (55), Ehmed Birîmko (60), Emîn Elî, Cemîl Murad Mihemed (55), Mistefa Ferîd Cemal (20), Midhet Murad Mihemed (63). Navên jinan jî; Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd, Henîfe Îbrahîm û Esûm Mihemed Elîko.

5 KES HATIN QETILKIRIN JI WAN 3 JIN IN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku di meha derbasbûyî de 5 kes hatin qetilkirin, ji wan 3 jin bûn.

5'ê Tîrmeha derbasbûyî cenazeyê welatiyê bi navê Ebdurehman Îso (50) ku ji gundê Meratê yê navenda herêma Efrînê ye di bîreke nêzî gund de kuştî hate dîtin.

9'ê heman mehê jî cenazeyê welatiya bi navê Cîhan Omer Berakat (23) di mala wê de ya li gundê Çuban ê navçeya Racoyê kuştin hat dîtin. Li gorî agahiyan Cîhan xwe kuştiye û dayîka zarokekî ye û ji şêniyên gundê Soxinekê ye.

11'ê Tîrmehê jî cenazeyê keça welatiyê bi navê Mihemed Dîb a 17 salî kuştî hate dîtin. Li gorî agahiyan, ew xwe kuştiye û li ser termên wê şûnên lêdanê hene.

Li gorî heman çavkaniyan serçeteyekî Artêşa Tirkiyê li gundê Şêx Bilo yê navçeya Raco hevsera xwe kuştiye.

LÊKIRINA DÎWARÊ Û BIRÎNA 3 HEZAR Û 300 DARAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyand ku Artêşa Tirkiyê di meha derbasbûyî de li seranserî gundên li herêma Efînê, dîwar lê kir. Her wiha li navçeyên Raco, Şêra, Şiyê û Cindirêsê 3 hezar û 300 darên zeytûnan birîn.

Serepeyv