Şirove - Biden hewil dide serdana xwe ya bo Erebistanê pîne bike
Di bereberê serdana Joe Biden serokomarê Amerîkayê bo Erebistanê da, wî di nivîsarekê li Washington Posstê îdia kir ku di 18 mehên serokomartiya wî da, navçeya Rojavayê Asyayê aramtir û ewlehtir ji berê bûye.
Biden di halekî da serdana Rojavayê Asyayê dike ku serdana wî ya Erebistanî tûşî gelek rexneyan bûye. Pêwendiyên Amerîkaû Erebistanê di yek du salên dawî da ji ber hegerên weke raboriyên Riyazê di warê mafên mirov da, kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê Washington Postê û gotinên berê yên Biden ku gotibû ew ê Erebistanê biqewirîne, tûşî kêşeyê bûne.
Rexnekirên serdana Biden dibêjin, tiştê ku ji bo wî girîng e mijara neftê û hewcetiya bi Erebistanê di vî arî da ye. Biden di halekî da biryar e tev Muhemed Bin Selamn bicive ku pêştir ew qewirandî dabû zanîn. Lê niha berovajiya hemû îdiayan biryar e ku Biden li ser mijarên weke neft, qeyrana Yemenê, xurtkirina hevkariyên leşkerî û pêwendiyan navbera Israîl û Erebistanê bi rayedarên siûdî ra biaxive.
Li gorî rexneyên zehf ku li ser serdana Biden hatine hilêxistin, wî li Washington Postê hewil da ku berevaniya ji vê serdanê bike. Di rastiyê da Biden di halekî da serdana Rojavayê Asyayê dike ku siyasetên boykotkirinê yên Amerîkayê û zexta herî pirr dijî Îranê têk çûne, leşkerên Amerîkayê bi biryareke nişkêvayî ji Efxanistanê derketine, li Iraq û Sûriyê siyasetên Amerîkayê tûşî şikestê bûne û şerê Yemenê jî hema wisa didome.
Pol Pîlar endamê berê yê CIA'yê di vî warî da dinivîse: Stratejiyên Biden derheqê welatên Rojavayê Asyayê bûye sebeb ku têkçûnên wî aşkiratir ji serkeftinên wî bin.
Di rastiyê da Biden di rewşekê da qala ewlehiya welatên Rojavayê Asyayê dike ku ne tenê kiryarên Amerîkayê li dijî welatên vê navçeyê têk çûne, belkî niha şerê Rûsiye û Ukraynê û kêmbûna raberkirina neftê, navçe û cîhan xistine bin bandora xwe.
Gerçî ku rayedar û medyayên Amerîkayê di rojên derbasbûyî da hewil dane ku serdana Biden bo Rojavayê Asyayê pîne bikin, lê rewşa welatên navçeyê nîşan dide ku siyasetên Koşka Sipî têk çûne.
Tiştê tekûz ev e ku siyasetên Amerîkayê li Rojavayê Asyayê tu wextî ji bo ewlehiyê nebûne û hertim ji bo gelên vê navçeyê bêewlehîtî afirandiye.