Tîrmeh 10, 2022 10:10 Asia/Tehran
  • Parlementoya Almanyayê ji bo naskirina “Jenosîda Kurdên Êzidî” ketiye tevgerê

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan ragihand ku tê gotin ku Almanyayê “Jenosîda Kurdên Êzidî” qebûl kiriye, lê ev ne rast e. Bi gotina Kizilhan Parlementoya Almanyayê pêşniyaza Komîsyona Mafê Mafê Mirovan qebûl kiriye ku mijarê gotûbêj bike û deng li ser bide.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Tê çaverêkirin ku Parlamentoya Almanyayê di meha Cotmeha an jî Mijdarê de deng bide pêşnûmaya ku ji bo naskirina “Jenosîda Kurdên Êzidî” hatiye amadekirin.

Partiyên siyasî yên di Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Almanyayê de li hev kirin ku pêşnûmeya ku ji bo naskirina “Jenosîda Kurdên Êzidî” hatiye amadekirin pêşkêşî parlamentoyê bikin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Almanyayê, di 20ê Hezîrana 2022an  de serokên frasksiyonên partiyên ên li parlamentoyê û kesên di vê mijarê de xwedî zanyariyan e vexwendibûn ku li ser mijara naskirina Jenosîda Kurdên Êzidî gotûbêj bikin.

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan ku yek ji wan kesan e Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Almanyayê nêrîna wî werdigire, da zanîn ku pêşnûmeya ji bo naskirina jenosîda Kurdên Êzidî hatiye amadekirin dê di meha Cotmeh an jî Mijdarê de deng li ser were dayîn.

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan ku di heman demê de piştgiriya derûnî û civakî pêşkêşî Kurdên Êzidî dike û bi awayekî çalak ji bo Êzidiyan dixebite, der barê mijarê de got: "Di civînê de kesên pispor û xwedî zanyarî hatin vexwendin. Di nava kesên hatin vexwendin de ez û hevalekî min ê profesorê Alman jî hebûn. Me got ku di sala 2014an de armanc ew bû ku Kurdên Êzidî bi awayekî sîstematîk hem ji aliyê çandî û hem jî ji aliyê fizîkî ve ji holê rakin. Me got ku ew bi pênaseya jenosîdê re têkildar e."

Kizilhan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku serokên komên 5 partiyên siyasî yên beşdarî civîna Komîsyona Mafên Mirovan bûne, ji bo "naskirina jenosîdê" nêrînên xwe anîne ziman. Kizilhan da zanîn ku nûçeyên hin malperên ên ku dibêjin “Parlamentoya Almanyayê Jenosîda Êzidiyan nas kiriye” ne rast in û dengdayîn wê di meha Cotmehê an jî Mijdarê de bê kirin.

Kizilhan destnîşan kir ku eger ev pêşnûma di dengdana parlementoyê de bê qebûlkirin, hikûmeta Almanyayê dê bi fermî "jenosîda Êzidiyan" nas bike.

Bi gotina Kizilhan gelek delîl hene ku tawanê jenosîdêli dijî Kurdên Êzidî hatiye kirin, ew dibêje, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşkêşkirina belgeyan dikare di naskirina “jenosîdê” de roleke aktîf bilîze.

Kizilhan anî ziman ku "Naskirina tawan weke jenosîd ne bes e" û got: “Naskirina jenosîdê tenê wateyeke xwe ya sembolîk a siyasyî ya navnetewî heye. Divê ji bo vegera penaberan  û avakirina bajêr xebat bêne kirin. Ji bo vê jî alîkariya navneteweyî pêwîst e."

Parlamentoya Belçîka û Hollandayê sûcê li dijî mirovahiyê ku li dijî Kurdên Êzidî pêk hatî wekî "jenosîd" qebûl kirine.

Li gor amarên Ofîsa Rizgakirina Êzidiyan:

    Hejmara Êzidiyên li Iraqê nêzikî 550.000 kes bû

    Hejmara kesên ji ber DAIŞê koçber bûn nêzikî 360.000 e

    Hejmara kesên vegeriyane Şingalê derdora 150.000 e

    Hejmara goriyên rojên destpêkê 1293 kes e

    Hejmara zarokên ji ber êrişên DAIŞê sêwî mane 2745 kes e

    Li Şingalê heta niha 82 gorên bikom hatine dîtin, jibilî bi dehan gorên takekesî

    Li herêma Şingalê 68 mezargeh û perestgeh ji aliyê DAIŞê ve hatin teqandin û wêrankirin

    Ji ber êrişên DAIŞê û rewşa xerab zêdetirî 100 hezar kes koçberî derveyî welat bûn

    Hejmara kesên hatine revandin 6417 ye ku 3548 jin û 2869 jî jin in

    Heta niha 3552 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku ji wan; 1207 jin, 339 zilam, 1050 zarokên keç û 956 jî zarokên kur in

    Cenazeyên 104 kesan hatine dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin

    Hejmara kesên di destê DAIŞê de mane 2763 ye ku 1293 jin û 1470 zilam in

 

 

Serepeyv