May 22, 2022 19:15 Asia/Tehran
  • Birîna hinardekirina gazê bo Fînlandiyayê, berteka pratîkî ya Rûsyayê ji berfirehbûna NATO re

Rûsiya roja Şemiyê qonaxeke nû di rûbirûbûna xwe ya bi bloka rojava re bi qutkirina hinartina gazê bo Fînlandiyayê nîşan da. Gasprom a dewleta Rûsyayê ragihand ku hinardekirina gazê bo Fînlandiyayê rawestandiye ji ber ku Helsînkî daxwaza Moskowê ya ji bo dayîna perê gazê bi rubleyê red kir, piştî ku cezayên rojava li ser operasyona wê ya li Ukraynayê hatin sepandin.

Şîrketa Gasprom a Rûsyayê henarde kirina gazê ji bo welatê Fînlandayê ragirt û daxwaz dike ji bo careke din henardekirina gazê pêkbê divê danûstan bi parê Rûsyayê Ruble bê kirin.

Eva di rewşekê de ye ku henardekirina gazê ji bo Fînladayê rast di demekê de ye ku vî welatî tev Swêdê daxwaza tevlîbûna NATOyê kirine . Piraniya karzanan jî bawerin hegera sereke ya vî karê Rûsyayê bersiveke pratîk ji bo vê daxwaza du welatan a kişandina NATOyê ber bi sînorên Rûsyayê ye.

Duh 21.05.2022yê saet 07:00ê sibehê û pê ve Rûsyayê henarde kirina gazê ji bo Fînlandayê ragirt û sedemê biryarê jî, şîrketa Gasprom a Rûsyayê ji şîrketa Gasum oil a Fînlandayê re ragehandiye ku; divê ji naha û pê de di cîha Dolar û Euro de danûstan bi pareyê Rûsî Ruble ve pêkbên û parê Rûsî bidin wan, eger na henarde kirina gazê careke din destpê nake û bi temamî henarde kirina gazê ji Rûsyayê ve bo Fînlandayê dê rawestînin.

Derbarê ragirtina gaza Rûsyayê ji bo Fînlandayê de wezareta kar û aborî ya Fînlandayê jî ragehand, li gor peymana demdirêj a di navbera wan û Rûsyayê de pare dayîn bi pareyê Euro dibe. Ji ber wê şîrketa Fînlandayê biryar daye li dijî şîrketa Rûsî serî li dadgehê bide.

Biryara ragirtina henarde kirina gaza Rûsyayê ji bo Fînlandayê zêdetir wek pirsekî siyasî tê nirxandin. Bi taybet ku ew biryar tenê piştî 48 saetan piştî biryara bi fermî daxwazname pêşkeş kirina Fînlandayê bo NATOyê pêkhat.

Ji ber şerê Ukrayna û êrîşa Rûsyayê ya li ser wî welatî, Amerîka û beşeke piraniya welatên Ewrupayê biryar dan sektora enerjiya Rûsyayê ceza bikin. Li hember wê yekê Rûsyayê jî biryar da firotina gazê bi pareyê din ve nefiroşe û perêgaz û petrolê ji naha û pê de Ruble yê Rûsî ve pêkbê. Eb viryara Rûsyayê bû sedem ku nirxê diravê wê li hemberê diravên din netenê kêm nebe belkî heta bibe sedma jordaçûna nirxê Ruble yê rûsî jî.

Ji ber ku piraniya girêbestên dabînkirina gazê ji bo welatên Ewropayê bi euro yan dolar in, hin welatên ewropî daxwaza Rûsyayê qebûl nekirine, tevî ku welatên mezin ên wek Almanya, Îtalya û Otrîşê ew daxwaza Rûsyayê qebûl kirine. Ji 54 kompanyayên ku bi Prom Gasê re girêbesta wan heye, nîvê wan razî bûne ku bihayê gazê bi rubleyê bidin. Lê belê di meha borî de Rûsyayê hinardekirina gazê bo Bulgaristan û Polonya birîbû, ji ber ku her du welatan bi ruble nedane, niha Fînlanda ketiye nav lîsteya welatên ku cezayên gaza Rûsyayê li wan tê kirin.

Tevî ku sedema îdiaya Rûsyayê ya qutkirina hinardekirina gazê bo Fînlandayê redkirina dayîna perê gazê bi rubleyê ye, lê ev pêngava Moskowê dikare weke berteka Rûsyayê li hember daxwaza endambûna Fînlandiya bo NATOyê di warê aborî û enerjiyê de were dîtin. Rûsya berî niha yekem bersiva xwe ya pratîkî li hember kiryara nedostane ya Helsinkî ya bicihkirina sîstema mûşekî ya Îskender ku dikare kumikên navokî li ser wan were bikargirtin, dabû.

Çalakiya hevdem a Fînlanda û Swêdê di serlêdana endamtiya NATOyê de, ku helbet ji aliyê berpirsên payebilind ên vê rêxistinê ve, di nav wan de ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stuttenberg, hat pêşwazîkirin, dê bibe sedema guhertineke berbiçav di rewşa jeopolîtîk li bakurê Ewropayê û heta Bakurê cîhanê. Ev mijarek e ku Moskow bi eşkere behsa wê kiriye. Balyozê Awarte û Desthilatdar ê Konseya Bakur li Wezareta Derve ya Rûsyayê Nikolai Korchunov rexne li endamtiya Fînlanda û Swêdê di NATOyê de girt û got ku ev yek dikare forma hevkariyê li Bakur biguhere.

Serepeyv