May 13, 2022 16:10 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Taxima Hevahengiyê di gel Hevpeymaniya Sedir derew hat zanîn

Taxima Hevahengiya Şîeyên Iraqê nûçeyên weşandî derbarê lihevkirina beşeke vê taximê tev rêberê Tevgera Sedir bi mebesta damezirandina delweta pêşerojê derew zanî.

Taxima Hevahengiya Şîeyên Iraqê îro ragihand: Nûçeyên ku derbarê lihevkirina beşeke Taxima Hevahengiya Şîeyên Iraqê tev Muqteda Sedir rêberê Tevgera Sedir ji bo damezirandina dewleta pêşerojê hatine weşandin ji bo xalifandina raya giştî ne.

Beriya vêya, endamên hevpeymaniya sêalî ya bi navê Rizgarkirina Niştîmanê (pêkhatî ji tevgerên girêdayî bi Sedir, Helbûsî û Barzanî) civîneke hevpar li Hewlêrê li dar xist.

Di wê civînê da, alûgorên herî dawî yên Iraqê bi taybet pêvajoya damezirandina dewleta nû hatin vekolandin. Her wiha di vê civînê da, hevpeymaniya Rizgarkirina Niştîmanê tekezî li ser helwêsta xwe ya pêwîstiya damezirandina dewleta Pirraniya Neteweyî kir.

Tekeziya hevpeymaniya sêalî ji bo damezirandina dewleta pirraniya neteweyî bi wateya dijayetiya vê hevpeymaniyê di gel însiyatîva vê dawiyê ya Taxima Hevahengiya Şîeyên Iraqê; Plana ku li ser pêwîstiya damezirandina dewleta lihevkirinê tekez dike.

Taxima Hevahengiya Şîeyên Iraqê bawer e ku dewleta nû divê bi beşdariya tevahiya komên siyasî li Iraqê were damezirandin.

Tevî vêya, hevpeymaniya sêalî ku xwe wek pirraniya neteweyî dizane, ser vê bawerê ye ku tenê mafê partiyên di bin vê hevpeymaniyê hevrê di gel nûnerên serbixwe yên parlimanê ye ku dewletê damezirînin.

Hevdem Şerîf Suleyman endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) tevî tekeziya li ser helwêsta partiya xwe ji bo bidestxistina posta serokkomartiya Iraqê, got:

Raberkirina plan û gotûbêjan di gel hemî partiyên siyasî ji bo derketina ji asêgeha siyasî û damezirandina dewleta nû ya Iraqê didome; Lê heta niha tu encameke ron a van hewildana tunebûye.

 

 

Serepeyv