Şêx Ednan Elêwî bang li oldarên li Tirkiyê kir ku li hemberî Erdogan bisekinin
Serokê Nivîsgeha Al E-Beyt a Tebqayê, Şêx Ednan Elêwî got, sûcên ku dewleta Tirkiyê di bin kirasê Îslamê de dike mîna wan nehatine kirin û bang li oldaran kir ku heqîqetê derxînin û serî ji desthilatdaran re danexin.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Serokê Nivîsgeha Al El-Beyt a Tebqayê Şêx Ednan Elêwî got, dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, bi navê îslamê êrişî herêmên cîran dike û piştgiriya çete û rêxistinên terorîst dike
Şêx Ednan Elêwî di destpêka axaftina xwe de got: "Tiştê ku em di meha Remezanê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dibînin mijareke metirsîdar e û mîna wê nehatiye kirin. Artêşa Tirkiyê ku îdiaya Îslamê dike, êrişî herêmên Herêma Kurdistanê dike û bi balafir û obusan êrişên li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Dewleta Tirkiyê di pêkanîna van sûc û şeran de pêşeng bû, heta bi kesên ku li dijî Îslamê şer dikirin jî, mîna dewleta Tirkiyê nekirin. "
Şêx Ednan Elêwî wiha pirsî: "Gelo oldarên li Tirkiyê li ku ne û çima rejîma wan a serdest ev kiryarên ku tu têkiliya wan bi Îslamê re nîne, tune nekiriye û dizanin ku êrişên artêşa wan li ser herêmên ewle li Iraq û Sûriyê û kuştina sivîlan, guneh e bi taybet di van rojên pîroz di meha Remezanê de."
Ednan Elêwî bang li oldarên li Tirkiyê kir ku heqîqetê nîşan bidin û ji siyaseta qirêj a Erdogan teslîm nebin û got: "Ji Erdogan û zaliman re bibêjin yên ku hûn êrişî wan dikin û wan dikujin, ji welatên misilman in û xwedê heram dike. Heke hûn tevnegerin, wê xwedê hesabê vê bêdengiya we bixwaze ku bûye sedema kuştina bi hezaran kes û koçberkirina bi milyonan."
Şêx Elêwî îşaret pê kir ku dewleta Tirkiyê çeteyên ji hemû neteweyan ji bo xizmetkirina berjewendî û ajandayên di bin navê Îslamê de bi çek dike û got: "Erdogan ji bo ku bigihêje armancên xwe yên berfireh bi kirasê Îslamê çeteyan bi çek dike, ev hinceteke nayê qebûlkirin, ji ber ku dûrî çarçoveya pirtûka pîroz û Sineta Pêxemberan e. Her kesê ku îdiaya Îslamê dike, divê wekî Erdogan ne sûcdar û dagirker be."
Şêx Elêwî diyar kir ku armanca êrişên hovane yên rejîma faşîst a Erdogan jî her kesî re eşkere ne, ku dixwaze serdema Osmanî li tevahî herêman zindî bike û got: "Me ev yek di destwerdanên wê yên li gelek welatan wekî Lîbya, Komara Azerbeyanê û Tûnisê de diyar dibe ku ji bo derxistina fitneyê û têkbirina ewlehiya wan herêman çete şandin wir."
Serokê Nivîsgeha Al El- Beyt li Tebqayê Şêx Ednan Ilêwî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêşxistina biratî û hezkirinê di navbera hemû pêkhateyan de ji bo têkbirina gefên Erdogan û parastina herêmên xwe.